Jin

Jinên Îzmirî: Em ê li dijî hişmendiya mêr a yekperest bêjin "NA"

Bertek û nerazibûnên li dijî erêkirina guhertina xalên Qanûna Bingehîn a di meclîsê re derbas bû zêde dibin. Nûnerên saziyên jinan ên Îzmirê bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew dê li dijî feraseta mêr a serdest û yekperest di referandumê de bêjin "NA" û ji bo "NA" xebatê bimeşinin.

Nûçeyê bixwîne

'Ji sîstemekî serokdewletiyê ya desthilatdariya zilam asayî dike re na!'

Aktîvista femînîst Hulya Osmanagaoglu diyar kir ku bi OHAL'ê re zilamtiya ku li kolanan xwe dide der encama polîtîkayên derûdorên îslamperest ên ku dixwazin civakî ji nû ve dizayn bikin e û wiha axivî: "Tê xwestin ku jin dema derkevin kolanan bitirsin û vegerin malên xwe. Divê em ji sîstemekî serokdewletiyê ya ku di jiyana me de desthilatdariya zilaman asayî dike re bibêjin na. Li dijî sîstema serokdewletiyê helwesta me zelal e û em ê li gorî vê yekê xebatên xwe bimeşînin."

Nûçeyê bixwîne

Li dijî serokdewletiyê strana 'Ha ha Hayir'

Piştevaniya Jinan a Nar, ji bo li dijî pergala serokatiyê derkevin û bêjin “Na” strana “Ha ha hayir” amadekirin û raperîna jinan di vîdoeyekê de anîn cem hev. Yek ji jinên ku strana “Na” dibêje Ayşegul Uçar da zanîn ku gelek aliyên ku ji pergala serokatiyê re dibêjin na heye û wiha got: “Pêwîstiya me biyekbûnê û bi hevre berxwedanê heye. Em kîn û keyfxweşiya xwe ji bo destpêkek nû û ji bo bêjin Na birêxistin bikin.”

Nûçeyê bixwîne

'Xeta giliya tundiyê' hat girtin

Qeyumê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin Valî Îbrahim Taşyapan, xeta telefonê ya wekî "Xeta giliya tundiyê (Alo Şiddet Hattı)" hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

Li Colemêrgê 'Jinek Jiyanek'

Li Colemêrgê, Komeleya Jinek Jiyanek a 2 meh berê hat avakirin, hedefa wê ew e ku, li bajêr Navenda Hêzdarkirina Jinê vebike.

Nûçeyê bixwîne

Jin dê li dijî Qanûna Bingehîn kampanyaya 'Na'yê bimeşînin

Jinan balê kişand ser guherandina Qanûna Bingehîn û dest nîaşn kirin ku, ev pakêta guherandinê hemû derdorên civakê û jinan nahebîne û her wiha hat diyarkirin ku, heke referandûm pêk bê dê jin di referandûmê de "Na"yê bi rêxistin bikin. Dê jinên DBP'î, di 26'ê Çileyê de li dijî Qanûna Bingehîn xebatan bidin meşandin.

Nûçeyê bixwîne

Ji Hevparên TJA’yê yên Êlihê ji bo Ocalan daxuyanî

Hevparên TJA’yê yên Êlihê, diyar kirin ku agahî negirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wan dixe nava fikaran û wiha gotin: “Ocalan, li dijî zîhniyeta zilam a qirêj di têkoşîna jinan de rêhevaltî ji jinan re kir.”

Nûçeyê bixwîne

Jinên hatin îxraçkirin: Têkoşîna me didome

Kedkarên jin ên endamên BES’ê yên hatine îxraçkirin diyar kirin ku ew ê dîsa vegerin qadên ku aîdî wanin û wiha gotin: “Em li malê narûnin têkoşîn didome.”

Nûçeyê bixwîne

Rêxistina Jinan a PYD'ê 1'emîn Kongreya li Swêdê pêk anî

Rêxistina Jinan a PYD'ê ya li Swêdê bi dirûşmeya ¨Bi Pêşengtiya jina azad wê netewa demokratîk ava bibe¨ 1'emîn kongreya xwe li dar xist.

Nûçeyê bixwîne

Qeyuma Şaredariya Şirnex navendên jinê û çandê kir hedef

Qeyuma Şaredariya Şirnexê Tûran Bedîrhanoglu sereke Miduriyeta Jinê û Navenda Şewirmendiya Jinê ya Zahîde girt. Qeyuma ku hemû xebatkarên Miduriyeta Plansaziyê jî ji kar avêt, Navenda Çanda Cudî ji girt.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 39 / 51