Analiz

Li heremê çi bû çi dibe û dê çi bibe?

Hêzên ku dixwazin di jinûve dizaynkirina Rojhilata Navîn de rol bigirin, li hemberê hev di nav têkoşîneke mezin de ne. Ji bilî wê hêz û pêkhateyên Rojhilata Navîn bixwe jî, perçeyek ji vî şerî ne. Hilweşandina statukoyên heyî ya di pêkateyên netew dewlet ên di Rojhilatanavîn de çêbûne, bi perspektîfa xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk re jinûve avakirin wê ji hemû gelên Rojhilatanavîn re bide qezanckirin. Ji ber vê yekê her hêz ên dixwazin di Rojhilata Navîn a îro de guherandinan bikin, neçarin Tirkiye û Îranê rawestînin û şûnde bikşîn in. 27 salin şerê ku di Erebîstanê de hatin meşandin, dewletên hatin hilweşandin û careke din hatin avakirin, pêkateyek ku Rojhilata Navîn bi tevahî bi awayek cidî bandor bike, an jî tiştekî nû û mayînde dernexist holê.

Nûçeyê bixwîne

‘Nobeta Wijdan û Edaletê’ li girtîgeha servekirî didome

Çalakiya “Nobeta Wijdan û Edaletê” ya parlamenterên HDP’ê ku bi daxwaza edalet, azadî, demokrasî û wekheviyê li Amedê da destpêkirin bi biryariyek mezin di roja 3'emîn de didome. Polîsan bi derabeyên hesin koma parlamenterên HDP'ê dorpêç kirine û hemû ketin û derketina welatiyan qedexe kirine. Ji çêkirina çayê bigire heta çûyîna serdana malbatên parlamenteran rastî astengiyê tên û bariyerên polîsan park veguhertine girtîgehek servekirî.

Nûçeyê bixwîne

19’ê Tîrmehê serkeftinek bi vîn û modela çareseriyê ye

Ji derveyî tevgerên kurd ên heta niha li Rojava hatine avakirin, tevgerek azadiyê ya bi felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye hûnandin, rûpelek nû vekir. Têkoşîna bi dehan salan, di pêvajoya Şoreşê de veguherî sîwaneke ku hemû reng û denganî di nava xwe de dihewîne. Her wiha ji bo aloziya Sûriyeyê bû tekane rêya çareseriyê.

Nûçeyê bixwîne

Êrîşa li dijî Efrînê dê ruh bide DAÎŞ'ê û Tirkiye têk bibe

Tirkiye dixwaze bi hêza leşkerî bikeve Efrînê. Di vê çarçoveyê de li qada navneteweyî hin hevdîtinan pêk tîne. Di hevdîtinan de tişta ku dixwaze nedît. Gelek alî dibêjin ku heke êrîşê herêmên kurdan bikin, ev dê ji bo DAIŞ'ê bibe bêhna jiyanê û dê bi Tirkiyeyê bide windakirin.

Nûçeyê bixwîne

Sedemên erîşên Efrînê yên derve û hundir

Tirkiye hem li navxweyî, hem jî di asta welatên herêmê de di nava qeyranê de ye. Tirkiye li gel vê qeyranê amadekariya êrîşî Efrînê bike dike. Tirkiye bi êrîşa li dijî Efrînê tenê kurdan nade hemberî xwe, di heman demêde hêzên derve yên li ser polîtîka şer xwe plan dikin jî dide hemberî xwe.

Nûçeyê bixwîne

Çima hêzên herêmê li ser Îdlibê li hev nakin?

Ji bo mijara hemû nakokî, pêvçûn, qutbûn, tevlîbûna komên çeteyan, nîqaş, lihevkirina dewletên navneteweyî bi taybetî Rûsya û Amerîka ya li ser herêma Şehbayê bê fêmkirin, pêwîste mijara girîngî û stratejîkbûna Idlibê bê fêm kirin. Ger ku geşedanên li vir bên dîtin, nakokî û planên tên kirin jî dê ronî bibe.

Nûçeyê bixwîne

Krîza Qeterê dizaynkirina aboriya Rojhîlata Navîn e

Di krîza Qeterê de hemû hêzên navnetewî û herêmî bi riya daxuyaniyên dîplomatîk pozîsyonên xwe diyar kirin. Hemû hêz li gorî berjewendiyên xwe yan piştgirî dan Qeterê, yan jî li dijî Qeterê derketin. Dewletên ku ewil Qeterê parastin dewleta tirk û Îran bûn. Lê hêzên wekî Almanya û Fransa jî nêzîkatiyên nerm nîşan dan. Rusya nîşan da ku krîza Qeterê Rusya eleqadar nake. Amerîka daxuyaniyên nakokiyî dan. Lew, Serokê Amerîkayê Donald Trump li dijî Qeterê daxuyaniyên tund dan, lê Wezîrê Têkîliyên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson jî daxuyaniyeke nerm da.

Nûçeyê bixwîne

Pevketina Rûsya û DYA'yê ya ji bo 'korîdor'ê

Rûsya, ku li Îdlîbê li hemberî DYA'yê bi paş ve gav avêt, li xaka Bakurê Sûriyeyê bi destê rejîmê "Gefa Tirkiyeyê" bi kar tîne û bi vî awayî dixwaze çalak be.

Nûçeyê bixwîne

Ev pêvajo dişibe Şerê Cîhanê yê Yekemîn

Ev pêvajoya heyî, dişibe Şerê Cîhanê yê Yekemîn ku Rojhilata Navîn ji aliyê Îngiltere, Fransa ve hate parvekirin. Niha jî bi awayê Şerê cîhanê yê sêyemîn Rojhilata Navîn bi dabeşkirin û perçekirina dewletan ji nû ve tê parvekirin. Prototîpa vê parvekirinê, niha li Sûriyê tê jiyîn.

Nûçeyê bixwîne

AKP dê bikeve ‘jêrzemînan’

Gelê Cizîrê di dîrokê de bi sed salan rastî êrîşên dijwar hatiye û her dem li dijî van zilman serî hildaye û ji zilmê re gotiye "Na". Herî dawî di 14'ê Kanûna 2015'an de dorpêç û êrîşan dest pê kir û mirov hatin kuştin, navçe hat talankirin û wêrankirin. Lê gelê Cizîrê di ber xwe da û ji koçberiyê û zilmê re got na. Gelê Cizîrê diyar dike ku dê di referanduma 16'ê Nîsanê de ji bêjin "Na" û bi biryarin ku AKP'ê di di refarandumê de bixin çalên jêrzemînan.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 1 / 3