Ekolojî

Li ser pişta masî Qumara Balexaniyan

Li qada Bayrakli Salhane ya ku erdê wê wekî pişta masî ye, projeya 14 balexaneyên bilindbûna wan di navbera 26 û 62 qat û 110-200 metreyan de tê guhertin, bûye wekî qumarê û avakirina wan didome. Avahiyên bilind ku bi erdhejên biçûk jî talûkuya wan a hilweşandinê heye çav lê tê girtin.

Nûçeyê bixwîne

Bazara gel pêşkêşî Holdînga Doguşê kirin

Bazara Gel a Uçkuyular ku nêzî 30 hezar welatiyên xizan û kedkar li vir bazarî dikir, ji ber projeya AVM ya Holdînga Doguşê cihê wê guhertin û birin Viyadukên Balçovayê. Ji ber qada bazara nû teng e, esnafan ji neçarî dezgehên xwe biçûk kirin. Derket holê ku qada AVM'ê jî di qeydên şaredariyê de wekî qada kombûnê ya Afetê derbas dibe.

Nûçeyê bixwîne

'Pêşnûmaya Derbasbûna Kendavê' ya bûye ranta Bînalî Yildirim

Ji 35 pêşnûmayên rantê yên Bînalî Yildirim yek jê "Pêşnûmaya Derbasbûna Kendavê" ye. Li gor pêvajoya wê yî ÇED'ê tê payîn ku wê ev pêşnûma di destpêka sala 2017'an de temam bibe û bi giştî wê milyar û 100 milyon dolar lê bê xerckirin. Lê wê kontrolkirina binî ya kendavê, bibe sedema qirêjbûna behrê. Li gel vê tê îdiakirin ku wê ev pêşnûma herikbariya trafîkê ya bajêr siviktir bike, lê tê diyarkirin ku, wê pêşnûma ne ji bo trafîka nav bajêr, wê xizmeta trafîka nav bajaran bike.

Nûçeyê bixwîne

Gelê Amasra li dijî Santralan têdikoşin

Têkoşîna gelê Amasra ya li dijî santralên termikê bi kampanya îmzeyan berdewam dike. Gelê Amasra bang li hemû xwezaparêzan kir ku hestiyar tev bigerin.

Nûçeyê bixwîne

Li Kulturparkê û Basmane Çukuru projeyên talanê di meriyetê de ne

Yek ji bajarên ku navê wê bi talan û ranta ekolojîk di rojevê de ye Îzmîre, îktîdara siyasî bi projeyên ku dide şîrketên nêzî xwe xencerek li nava dikê bajar xistiye. Ev projeyên ku dê gelek talukeyan ji bo jiyan, çand û xwezayê bi xwe re bîne gelek derdor û Odeya Planên Bajar li dijî van projeyanin.

Nûçeyê bixwîne

Ji Bendava Karakayayê nexweşîn dipeşike

Bermayiya ava fabrîqayên li Herêma Sanayiya Organîzeyê ya Meletiyê ya diherike ser Bendava Karakayê, bendavê qirêj dike. Ji ber vê yekê mayên avê, derdor û tenduristî zerarê dibîne.

Nûçeyê bixwîne

Li ber çavan Çemê Qersê tê qirêjkirin

Li Qersê, bermayiyên penêrê ku li Tesîsa Bikaranîna Şîr tê hilberandin, yekser diherike Çemê Qersê û ev jî dibe sedema qirêjbûna çem. .

Nûçeyê bixwîne

Li şûna 'Parka Bajêr' AVM hat avakirin

Li Rihayê, AKP'ê di hilbijartinên herêmî de li qada Stada 11'ê Nîsanê ya hat rûxandin çikirina "Parka Bajêr" wead kiribû, lê li şûna wê AVM hat avakirin.

Nûçeyê bixwîne

Li Gola Azmakê jiyan tune dibe!

Li Gola Azmakê ji ber qirêjiya hawirdorî û gaza azot û metanê ya li golê xwe daye der, gelek çeşnên masiyan bi xtereyeke mezin û tunebûyînê re rû bi rû mane.

Nûçeyê bixwîne

Komira bêqalîte Geverê jehrî dike

Li Geverê komira ji aliyê saziyên dewletê ve di bin navê "alîkariyê" de tê belavkirin û welatiyên xwedî dahata kêmbar ên ji neçarî vê komira bêqalîte dikirin û bi kar tînin, bajêr jehrî dike.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 18 / 19