Ekolojî

Qeyûm rawestand, wan dest bi çandina tovên xwezayî kir

Her çi qas qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû, Bostanên Bajêr ku projeya rêveriya DBP'ê bû girtin jî, lê komek akademîsyen û dildar li erdekî 5 donimî bi tovên xwezayî dest bi çandiniya organîk kirin.

Nûçeyê bixwîne

Gundekî qirêjî, îsraf û kedxwarî tuneye...

Mehmet Alî Baytar û malbata wî ya li Bayindirê bi navê "Gundê Jiyanê ya Ekolojîk a Rûerdê" gundek ava kirine, jiyana ku xweza û emokrasî biehvre re dihunin. Baytar gundê ku ava kirine bi îfadeyê "li vî gundî her tişt heye lê ji bo kedxwarî, qirêjî û îsrafê cih tuneye" pênase dike.

Nûçeyê bixwîne

Li gola Eymîrê dibe ku roj dê li nav betonan hil bê!

Gola Eymîrê ya ku bi salan derûdorên rantê xwestin cihê wî ji bo îmarê vekin bi saya têkoşîna parazvanên jiyanê û rêxistinên civakî yên sivîl hate parastin. Lê di salên dawî de ereziya Eymîrê her diçe tê xirakirin.

Nûçeyê bixwîne

Walî tevî rapora ÇED'ê destûr da talankirinê

Waliyê Balikesîrê tevî rapora ÇED'ê ya ya xebata Sontajê ya "Lêgerîna Çavkaniyên Petrol, Maden û Jeotermalê" ku li gundê Çakallar ya Balyayê zerarê dide xwezayê erê kir û destûr da xebata talankirinê. Berdevkê Hewldana Jiyana Çand û Xwezayê Tuncay Karaçorlu, diyar kir ku kesên destûr dane vê projeyê divê hesab bidin.

Nûçeyê bixwîne

Çiyayê Dedeyê dikin qurbana zanîngehê!

Li quntarên Çiyayê Dedeyê destûra îmarê hat dayîn û bi vê re darên zeytûnan ên yabanî û darên çamê tên talankirin. Niştecihên taxê, anîn ziman ku şaredarî pêşî dar hişk kirin û paşê jî ji bo Zanîngeha Ekonomiyê ew qetil kirine.

Nûçeyê bixwîne

117 milyon darên zeytûnan di talûkeyê de ne

Wezaretê xwest zagona hêjmar 3573 a "Qanûna Der Barê Teamandina Biyanîyan (aşîkirin) û Islaha Zeytûnan" bê guhertin. Bi vê guhertinê ji sedî 70 qadên zeytunan ên Tirkiye dikevin bin talûkeyê. Tê payin ku bi vê guhertinê ji 167 milyon darên zeytûnan 117 milyon danên zeytûnan tune bibin. Serokê Zeytûnên Navneteweyî Ummuhan Tibet, diyar kir ku guhertin fermana îdama darên zeytûnan e.

Nûçeyê bixwîne

Eko-sîstema daristaneke ku pîvan, hejmar û pere lê tune ne

Ali Kişlak ê ku hedefa wî ji bo hemû giyaneweran eko-sîstemeke berdewamiyî biafirîne, li ser erdekî 70 donimî çewlikek çêkir. Li vê çewlikê bi tu awayî cihê têgehên wek hejmar, pîvan, weznandin û pereyan tune û li dijî jiyana bajar têdikoşe.

Nûçeyê bixwîne

Dadgehê xebat dan rawestandin, lê wan guh neda biryara dadgehê!

Ji bo riya ku dê bê çêkirin, bi qasî 53 metreyan Gola Wanê hat dagirtin. Her wiha li qeraxa golê dîwarekî bi dirêjahiya xwe 400 metre û bi bilindahiya xwe jî 3 metre hat lêkirin. Serokê ÇEV-DER'ê Ali Kalçik, bertek nîşanî vê rewşê da û got ku, Riyên Bejahiyê biryara dadgehê paşguh kiriye.

Nûçeyê bixwîne

Walîtiyê projeya 'ocaxa mirinê' tesdîq kir

Walîtiya Aydinê serlêdana zêdekirina kapasîteya Ocaxa Feldspatê ya ku ji ber wê li gelek kesan nexweşîna pişikê jî di nav de nexweşînên cur bi cur peyda bûn tesdîq kir. Serokê Platforma Hawirdorê ya Aydinê Mehmet Vergili wiha got: "Dê li herêmê bi navê aramiyê tiştek nemîne. Ev tesdîqkirina walî şaş e."

Nûçeyê bixwîne

Ekolojîst: Her fira F-16'yekê berdêla hezhezaran darên çam in

Li bajarên kurdan ji ber bombekirina balafiran bi sed hezaran hektar darizdan, dar bû bar tune bidin û winda dibin. Her ku balafirek şer a F-16'an radibe bedelê maliyeta sedhezaran darên çam in. Ekolojîstan diyar kirin ku divê butçeya ji şer re tê veqetandin ji xweza û mirovan re bê qetandin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 9 / 19