Polîtîka

Cîgira Hevseroka DBP'ê Şimşek: Em dê nexşerêya xwe xêz bikin

Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP’ê Gulcihan Şîmşek, di civîna amadekariya 4’emîn Kongreya Asayî de diyar kir ku ew dê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nexşerêya xwe xêz bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.

Nûçeyê bixwîne

Baskin Oran: Diviya bû CHP, destûr neda li HDP’ê bixin

Zanyarê Siyasetê Baskın Oran, têkildarî girtina parlamenterê CHP'ê Enis Berberoglu helwesta CHP'ê ya li dijî êrîşên li ser HDP'ê rexne kir û wiha got: "Diviya bû ku CHP'ê destûr neda li HDP'ê bixin. Diviya bû li dijî pêkanînên li ser HDP'ê bêdeng nebûya. Yên dibêjin ez ne kurdim û li hemberî girtina HDP’ê bêdeng man bûn sedema girtina wekîlan."

Nûçeyê bixwîne

Berberoglu ji bo destnedanê kîjan deng bi kar anîbû?

Bi piştgiriya CHP'ê destnedana wekîlan hatibû rakirin û gelek wekîlên HDP'ê hatibûn girtin. Wekîlê CHP'ê Enîs Berberoglu yê li ser vê helwesta partiya xwe hat girtin, qet li dijî biryarê derneketibû, vê yekê jî fikarên wekî "Gelo wî jî piştgirî dabû sererastkirina qanûnê" anî bîra raya giştî.

Nûçeyê bixwîne

Îtîraza ji bo girtina Berberoglu hat redkirin

Parezerê Parlamenterê CHP'ê Enîs Berberoglu yê ji doza TIR'ên MÎT'ê hat girtin, ji girtinê Berberoglu re itiraz kir. Îtîraz hat redkirin.

Nûçeyê bixwîne

Salaz: Berî referandûmê yekitiya neteweyî divê

Rojnameger û nivîskar Necmettîn Salaz bal kişand ser referandûma li Herêma Federal a Kurdistanê û aşkera kir ku Kurdistana ku çar hêlê wê hatiye girtin û tenê cihekî kar biafirîne jî tune, wek amûreke hilbijartinê tê bi kar anîn û wiha got: "Kurd ji bo pirsgirêkên xwe çareser bikin, divê destpêkê kongreya neteweyî pêk bînin."

Nûçeyê bixwîne

Hevseroka KNK'ê: Çarenûsa Kurdan divê hevpar be

Li paytexta Elmanya Berlînê Hevseroka KNK’ê Nîlûfer Koç, têkildarî yekîtiya kurdan xivî û wihagot: "Na be tenê hin partiyên nûnertiya hindik Kurdan dikin li ser çarenûsa hemû Kurdan bigirin. Li ser mijarên hemû Kurdan elaqedar dike divê rêxistinên Kurd biryarên hevpar bigirin.”

Nûçeyê bixwîne

Serokê HDP'a Stenbolê Çîçek: HDP temînata demokrasiya Tirkiye ye

Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê bû Hevserokê HDP'ê ya Stenbolê Cengîz Çîçek, diyar kir ku Tirkiye bi azadbûyîna nîjad û pêkhateyên cuda dê azad bibe û wiha got: "Temînata demokratîkbûna Tirkiye HDP ye."

Nûçeyê bixwîne

Altayê CHP'î: Erdogan dê wekî sûcdarê şer be darizandin

Parlamenterê CHP'ê Engîn Altay, girtina Parlamenterê CHP'ê Enîs Berberoglu şermezar kir û diyar kir ku Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan dê li dadgehên navneteweyî wekî sucdarê şer bê darizandin.

Nûçeyê bixwîne

Buldan: Êrîşa li dijî jinan bi tecrîdê ve girêdayî ye

Endema Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan bal kişand ser êrîşên li dijî jinan û piştrast kir ku ev êrîş bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve giredayî ye, ji bo şikandina tecrîdê divê têkoşînek xurt bê meşandin.

Nûçeyê bixwîne

Demîrtaş pirsên me bersivandin: Moralê me baş e, em bihêz in û natirsin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wiha got: "Ji bo şikandina wê tirsa ku bi girtina me xwestin li civakê belav bikin bişkînim bi taybetî min bêtir berê xwe da huner û wêjeyê. Peyama ku dixwazim bi vê yekê bidim ev e; em di hucreyên xwe yên di girtîgehê de ji tirsan narehilin. Moralê me baş e, em bihêz in û natirsin."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 14 / 77