Di pêşniyara guherandina Qanûna Bingehîn de tûra ewil a dengdayînê dest pê kir
Têkildarî pêşniyara guherandina Qanûna Bingehîn dengdayîn dest pê kir.
Nûçeyê bixwîneTêkildarî pêşniyara guherandina Qanûna Bingehîn dengdayîn dest pê kir.
Nûçeyê bixwîneSerokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu, derbarê guhertinên di qaznûna bingehîn ên ku dê li Meclîsê bên destpêkirin de diyar kir ku ev peymanek veşartiye.
Nûçeyê bixwîneHevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş daxwazname pêşkeşî Serokê Meclîsê kir û diyar kir ku di vê pêvajoya ku 11 wekîl girtî bin, guhertin û sazkirina Qanûna Bingehîn li dijî hiqûqê ye û xwest ev niqaş bên taloqkirin. Daxwaznameya Demîrtaş, li meclîsê hat xwendin.
Nûçeyê bixwîneHevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek ku bi hevşaredarên bi KHK'ê ji peyvirê hatin girtin û li şûna wan qeyûm hat dayînkirin, diyar kir ku ji bo ew li mafê xwe bigerin û dengê xwe bi cîhanê re parve bikin dest bi dîplomasiyê dikin. Yuksek, destnîşan kir ku ew dê vê bêhiqûqiyê bi cîhanê re parve bikin.
Nûçeyê bixwîneParlamenterê YNK'ê Salar Mehmûd, bertek nişanî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiye Bînalî Yîldirim da û wiha got: "Pêwiste helwesta aliyên Kurd li dijî daxuyaniya Yildirim hebe. PKK hêzekî nîştimaniye. Ew kesên alikariya DAIŞ'ê dikin terorîst in."
Nûçeyê bixwîneParlamenterê YNK'ê li Parlamentoya Iraqê Şiwan Dawidî ziyareta Serokwezîr Bînalî Yildirim nirxand û destnîşan kir ku armanca Tirkiyê derxistina PKK'ê ji xaka Iraqê û Şengalê ye.
Nûçeyê bixwîneSerokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu têkîldarî pêşnûmeya guhertina Qanûna Bingehîn a ku dê sibehê li Meclîsê bê nîqaşkirin nirxandina "Ger ve Qanûna Bingehîn bê qebûlkirin dê Tirkiye veguhere dewleta partiyê" kir.
Nûçeyê bixwîneSerokwezîr Bînalî Yildirim piştî Bexdayê derbasî Hewlêrê bû û li vir Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Neçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî.
Nûçeyê bixwîneParlamentera CHP'ê ya Îzmîrê Zeynep Altiok diyar kir ku ji derketina krîza siyesi ne bi rejîmekî nû bi îxtidarê ve pêkan e. Altiok têkîldarî pêşnûmeya guhertina Qanûna Bingehîn jî nirxandina "Rêbertiya ku yek nayê pirsyarkirin em red dikin ev kî dibe bila be" kir anî ziman ku Kiliçdaroglu be jî ew vî sîstemê red dikin.
Nûçeyê bixwîneSiyasetmedarê kurd Mahmûd Osman, têkildarî ziyareta Serokwezîr Bînali Yildirim a Iraqê axivî û diyar kir ku polîtîkayên Tirkiye ya li hemberî PKK'ê şaş e û wiha got: "Divê bi PKK'ê re diyalogê çêkin. PKK ne rêxistinek terorê ye. Ew jî partiyek kurdan e. Divê Birêz Ocalan azad bikin."
Nûçeyê bixwîne