Polîtîka

Ji Kiliçdaroglu ji bo hikûmetê: Ger tu nikarî birêve bibî îstîfa bike

Serokê Giştî ya CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu di civîna serokên bajaran a partiya xwe de axivî u diyar kir ku Tirkiye hatiye halek wisa ku nikare bê birêvebirin. Kiliçdaroglu bang li hikûmetê kir ku îstîfa bike. Kiliçdaroglu balkişand ser guhertinên di Qanûna Bingehîn de û eiha got: “Ez ji parlamentera dibêjim pêşeroja zaroka bi hizirin Tirkiyeyê bihizirin.”

Nûçeyê bixwîne

Serokwezîr Yildirim çû Iraqê

Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim çû Bexdayê û wê ji vir derbasî Hewlêrê bibe.

Nûçeyê bixwîne

Leyla Bîrlîk: Bi girtina siyasetmedaran pirsgirêk nayên çareserkirin

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk ku piştî 2 mehan ji girtîgehê derket da zanîn ew ji binçavkirinê heta xistina girtîgehê rastî îşkenceyê hat û du mehên di zindanê de jî bi hevalên xwe yên siyasetmedar re di bin tecrîdê de mane. Bîrlîk anî ziman ku pirsgirêka sereka ya Tirkiyeyê pirsgirîka kurd e û bi girtina siyasetmedaran tu pirsgirêk nayên çareserkirin.

Nûçeyê bixwîne

Seroka ANAP'ê yê Berê Nas: Guhertina Qanûna Bingehîn dê Tirkiye hilweşîne

Seroka ANAP'ê ya Berê Nesrin Nas, têkildarî niqaşên li ser Qanûna Bingehîn diyar kir ku guhertina Qanûna Bingehîn a di dema pêkanîn û girtinên bi OHAL-KHK'ê re dê Tirkiye hilweşînê û têxe nava şerekî kûr.

Nûçeyê bixwîne

Sancar: AKP'ê destûr neda hewldana darbeyê lêkolîn bikin

Endamê Komîsyonê Lêkolîna Hewldana Darbeyê û parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar, diyar kir ku AKP'ê destûr neda ew milê siyasî yê hewldana darbeyê ronî bikin û wiha got: "Lêkolîna komîsyonê ya hewldana darbeyê ji aliyê AKP’iyan ve hat astengkirin."

Nûçeyê bixwîne

Yildirim: AKP û MHP ji tevgerên hevdu bawer nakin

Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, derbarê hevdîtinên Qanûna Bingehîn ku dê roja Duşemê despêbikin de diyar kir ku AK Partî û MHP ji tevgerên hevdu bawer nakin.

Nûçeyê bixwîne

Demîrtaş: Siyasetmedarên gotin 'Pêvajoya çareseriyê xediya' tespît bikin

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, di çarçoveya lêpirsîna “Heqaret li Serokomar kiriye" îfade da. Demirtaş, diyar kir ku ji ber nasnemya wî ya siyasî ev lêpirsîn hatine vekirin û wiha got: "Bila siyasetmedarên gotin 'Pêvajoya çareseriyê qediya ye. Ji niha û şûnde çareserî tune ye' bê tespîtkirin. Ez vê yekê daxwaz dikim."

Nûçeyê bixwîne

HDP dê nexşeya rê diyar bike

HDP dê helwesta xwe ya têkildarî guherînên Qanûna Bingehîn ên ku wê serê hefteyê hevdîtinên wê yên Lijneya Giştî dest pê bikin, bi civînên ku serê hefteyê dest pê bikin diyar bike.

Nûçeyê bixwîne

Serokwezîr ziyareta xwe ya Iraqê rojekê taloq kir

Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî 3 salan dê li Iraqê hevdîtinan pêk bîne û ziyareta xwe rojekê taloq kir.

Nûçeyê bixwîne

Tuncel: Dema mezinkirina piştevaniyê ye

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, ji girtîgehê peyama sersala nû şand û diyar kir ku hikûmet dixwaze Tirkiye vegerîne girtîgeha ser vekirî û got: "Dem dema mezinkirina piştevaniyê ye."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 57 / 77