Aborî

Temellî: EKK ji ber bêçarebûnê hat betalkirin

Cizirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Aboriya HDP’ê Sezaî Temellî, diyar kir ku Lijneya Koordînasyona Aboriyê ya ji ber rabûna dolarê kom dibe ne ji ber zêdebûna kar ji ber bêçareseriyê hariye betalkirin.

Nûçeyê bixwîne

Esnaf: Li Tirkiyeyê krîzê heye!

Esnafên Alsancakê, diyarkirin ku ew ber bi îflasê ve diçin û gotin, divê dawî li pevçûnan bê û nediyariya siyasî ji holê rabe.

Nûçeyê bixwîne

Mexazaya dêwasa Zara vekişîna ji piyaseya Tirkiyeyê nîqaş dike

Fîrmayên navnetewî yên ku nîşaneyên aboriya Tirkiyeyê ya ku her diçe rewşa wê xerab dike esas digirin, vekişîna wan î ji piyaseya Tirkiyeyê didome. Mexazeyên Zara yên bi menşeiya Spanyayê ku li cîhanê ji wan mexazeyên dêwasa ne, wê çend roj şûn de hin civînan li dar bixe û wê der barê şaxên xwe yî li Tirkiyeyê biryara şênber ragihîne.

Nûçeyê bixwîne

Li gundê Rûman çandiniya alternatif

Li gundekî Foça yê Rûman Ilipınarê dildarên parazvanên jiyana ekolojik, li diji çandiniya konvansiyonel dest bi çandiniya ekolojîk û alternatif dikin.

Nûçeyê bixwîne

Esnafên biçûk deriyê dikanên xwe digirin

Esnafên ku ji krîza aboriyê bandor dibin, yek bi yek deriyên dikanên xwe digirin. Li gorî daneyên vekirin û girtina şîrtekan a TOBB’ê li gorî meha Îlonê meha Cotmehê hêjamara şîrketên ku hatine girtin ji sedî 18.15 zêde bûne.

Nûçeyê bixwîne

Hilberînerê sîran jî û karkerên wan jî bi xem in

Li Semsûrê hilberînerên sîran diyar kirin ku, ji ber neçareserkirina pirsgirêka avê randiman jî kêm e û her wiha jinên ku karkeriya wan dikin jî anîn ziman ku, ew bermaberiya keda xwe wernagirin.

Nûçeyê bixwîne

Zeytûn li Tirkiye qîmeta xwe winda dike

Zeytûn ku yek ji çavkaniya aborî û xwarinê ya Tirkiye ye, sal li sal bereket û qîmeta xwe winda dike. Li gorî daneyên 10 salên dawî li Tirkiye Zeytûn sal bi sal bê qîmet dibin.

Nûçeyê bixwîne

6 mîlyon û 500 hezar mirov li Tirkiye betal digerin

DÎSK-AR'ê encama daneyên TUÎK’ê ya serdema Tebaxa 2016 an nirxand û diyar kir ku di 5 salên dawî de sal bi sal betalî zêde dibe û îsal belatî zêdetir bûye. DÎSK-AR'ê destnîşan kir ku di salekê de 435 hezar kes betal man û bi giştî li Tirkiye hêjmara betalan gihişt 6.5 milyon mirov.

Nûçeyê bixwîne

Kar peyda nekirin dest bi çandina kîwarkan kirin

Xwişk û bira yên mezûnên zanîngehê yên li gundekî navçeya Çinara Amedê dijîn, ji bo xebatê ji dêvla ku biçin bajarên mezin, mala xwe yî kevin veguherandin serayê û tê de dest bi hilberandina kuvarkên îstîrîdyeyî kirin. Her du bira, ji bo hilberandina kuvarkan dixwazin kooperatîfekê ava bikin.

Nûçeyê bixwîne

Kîloya Çinekopan ji 30 TL'yî daket 10 TL'yan

Demsala neçîra masiyan îsal xerab dest pê kir. Bi demsala neçîra masiyan re buhoyê masiyan jî diyar bû. Kîloya masiyên Çînekopan ku sala par 20-30 TL bû, îsal daket 10 TL yan.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 25 / 26