Aborî

Sezona turîzmê mirî dest pê kir!

Îzmîr a ku par bi milyar dolar windahiyê ve sezona turîzmê bi dawî kir îsal jî sezonê mirî dest pê kir. Di 3 mehên destpêkê ya îsal de ji sedî 20.6 kêmbûn çêbû, Rêveberê Herêmê ya Kultur Sanat Sen'ê Nesrîn Tatlioglu diyar kir ku turîst ditirsin bên herêmê.

Nûçeyê bixwîne

Daxwaza firengiyan zêde ye lê hilberîn kêm e

Krîza firingiyan a di navbera Tirkiye-Rûsyayê de, rençberên firengan perîşan kirin. Firingiyên ku sala par ji ber krîzê li nav kolanan hatin rijandin, îsal ji ber "bawerî" neda nehatin çandin. Ji ber zêdebûna daxwaza ji bo firingiyan, buhayên wan jî zaf zêde ne.

Nûçeyê bixwîne

Kolana Havra ya dîrokî rojên herî xirab dijî

Kolana Havra ya dîrokî ku ji sedsala 17’an heta niha navenda bazirganiya Îzmîrê ye, bi krîza aborî ya 40 salên dawî re rû bi rû ye. Esnafan diyar kirin ku ji ber bandora krîza aborî derûniya wan xirabûye û wiha gotin: “Li kolana dîrokî krîza herî xirap a 40 salan tê jiyîn. Em li dijî krîza aborî li ber xwe didin.”

Nûçeyê bixwîne

S&P, notê krediyê yê Tirkiyeyê pesend kir

S&P, notê krediyê yê Tirkiyeyê pesend kir û ragihand ku xuyangiya notê Tirkiyeyê "negatîf" e.

Nûçeyê bixwîne

Cotkarê pişteka wî qut bû ket destê selefxuran

Cotkarên ku ji ber deynên ceryanê destekkirina wan a çandiniyê hat desteserkirin, ketin nav destê selefxuran. Cotkaran li hemberî vê kirariya bi biryara wezaretiyê hat kirin bertek nîşan dan û gotin ku, dewlet dixwaze çandiniyê dewrî şîrketên mezin bike.

Nûçeyê bixwîne

500 hezar cotkar dev ji hilberînê berdan!

Li Tirkiyeyê, di 15 salan de 500 hezar cotkar dev ji hilberînê berdan. Cotkar Nevin Yaman, anî ziman ku ji bilî devjêberdana kar tu alternatîf ji cotkaran re nehatiye hiştin.

Nûçeyê bixwîne

2 milyon û 500 hezar dekar zevî kirin beton

Li Tirkiyeyê, di 15 salên dawî de 2 milyon û 500 hezar dekar eraziyên çandiniyê, kirin qurbana polîtîkayên îmarê û vegehurandin qadên betonî. Serokê Odeya Çandiniyê ya Mêrsînê Cengîz Gokçel, dest nîşan kir ku divê erdên berdar bên parastin û da zanîn ku Tirkiyeya ku berên çandiniyê îxrac dikirin, niha ketiye pozîsyona îthalayê.

Nûçeyê bixwîne

Tunebûna mêrgan, sewalvanî jî tune kir

Her ku diçe mêrg tune dibin. Bi tunebûna mêrgan re warên çêrê namîne û sewalvanî jî tune dibe. Sewalkaran diyar kirin ku ji ber qadên çêrê nema sewalvanî jî qediya û tama sewalvaniyê nema."

Nûçeyê bixwîne

Dahatuya turîzmê ji sedî 17.1 kêm bûye

Rageşiya hundir û derve ya di siyastê de, bandorê li ser turîzmê dike. Dahatuyên îsal ên turîzmê li gorî salên bihûrî ji sedî 17.1 kêm bûye û kêmbûna wê bûye 3.37 milyar dolar.

Nûçeyê bixwîne

'Piştî biryara MPKE'ê krîza aboriya Tirkiye dê mezintir bibe'

Aborînas Mustafa Sonmez, diyar kir ku aboriya Tirkiye girêdayî razemeniyên derve ye û piştî biryara Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa (MPKE) dê krîza aborî ya Tirkiye mezintir bibe.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 8 / 26