'Em ne bê hêvî ne, rê pir in'
Mamosteyê dîrokê Adem Şahin ku hat îxrackirin tevî hevalên xwe yên hatin îxrackirin kargerî vekir. Şahin, bagn li hemû kedkarên hatin îxrackirn kir ku bê hevî nemînin û rêyên alternatif ên debarê pir in.
Nûçeyê bixwîneMamosteyê dîrokê Adem Şahin ku hat îxrackirin tevî hevalên xwe yên hatin îxrackirin kargerî vekir. Şahin, bagn li hemû kedkarên hatin îxrackirn kir ku bê hevî nemînin û rêyên alternatif ên debarê pir in.
Nûçeyê bixwîneTUÎK, beyî ku bi milyonan kesên betal ên dest ji lêgerîna kar berdane hesab bike, rapor aşkere kir. Li gorî daneyên TUÎK’ê yên Sibatê 3 milyon û 900 hezar kes betal in.
Nûçeyê bixwîneWelatiyên Wanê yên sewalkariyê dikin û debara xwe bi qatixê şîr dikin, diyar kirin ku ew pincarên wekî sîrik û mendê tev li penêr dikin û tama penêr xweş dikin. Welatiyan bertek nîşanî qedexeyên zozanan dan û diyar kirin ku ger zozan qedexe be pincar jî tune. Welatiyan da zanîn ku pincar tunebe debar jî û taştê jî tune.
Nûçeyê bixwîneJi ber krîza aborî ya li Tirkiyeyê, li herêmê gelek esnaf ji ber deynan derabeyên xwe danîn. Li herêmê yek ji van bajaran jî Êlih e. Ji 7'ê Hezîranê heta niha li Êlihê, nêzî 800 esnafî derabeyên xwe danîne.
Nûçeyê bixwîneLi Tirkiye krîza aborî bandora xwe li ser hemû beşên jiyanê dike. Yek ji sektorên di zorê de ye sektora çîçekvanan e. Çîçekvanên di bin deynan de dest bi demsalê dikin ji demsala 2017'an bê hêvî ne.
Nûçeyê bixwîneCotkarên ku dewlet piştevaniya wan nake, ketina nav pençikên banke û selefxuran. Hilberînerên ku, ji ber nikarin krediya xwe bidin serayên wan hatine îpotekkirin wiha gotin: "Kes ji halê cotkaran fêm nake. Bi hêviya ku dê karê me baş bibe me kredî kişandin. Her sal em zehmetiyan dikişînin, lê em mecbûr in. Wekî din karekî ku em bikin tune ye."
Nûçeyê bixwîneBajarê herî dirokî yê antîk Perge ku 2 hezar sal emrê wî heye, ji ber krîza aborî bêxwedî û bê ziyaretvan ma. Peywirdar û esnafên li bajarê antik diyar kirin ku, her sal di meha Nîsan û Gulanê de ev der ji turîstan xalî nedibû, lê ev 2 sal in bêdeng e. Esnafan dest nîşan kirin ku, ji ber polîtîkayên AK Partiyê bajarê antîk xalî bûye.
Nûçeyê bixwîneLi Payîzavayê, cotkarên ku bi serevaniyê debara xwe dikin, diyar kirin ku ji ber bêîstikrariya aboriya Tirkiyeyê ew li ber îflaskirinê ne.
Nûçeyê bixwîneSerokê Giştî yê Sendîkaya DEV-TURİZM-ÎŞ'ê Mustafa Yahyaoglu, bal kişand ser qrîza turîzmê û diyar kir ku ev qrîz ancak bi zor di navbera 5-10 salan de bê derbaskirin. Yahyaoglu, anî ziman ku welatekî ku ji bazarê bê kişandin ketina wî ya bazarê pir zahmet e.
Nûçeyê bixwîneJi ber krîza aborî gelek sektor bi zor û zehmetiyan re rû bi rû ne û her wiha esnafên biçûk û navîn jî li ber îflasê ne. Amûrsazên avê yê li Edeneyê, diyar kirin ku her diçe rewşa wan ber bi nebaşiyê ve diçe.
Nûçeyê bixwîne