Çand û Huner

Ozluk: Huner û hunermend nayên mohrkirin

NÇM'ya ku bi KHK'ê deriyên wê hatin mohrkirin, li nav gel xebatên xwe didomîne. Endamê KOma Pelê Devrîm Ozluk yê di bin banê saziyê de xebatan dimeşîne wiha got:"Huner û hunermend nayên mohrkirin. Em ê li kuçe û qadan hunera xwe bidomînin û ragihînin nifşên nû."

Nûçeyê bixwîne

Pêşangeha Pirtûkan a ODTU'yê dest pê kir

Li ODTU'yê 29'emîn pêşangeha pirtûkan a her sal tê lidarxistin dest pê kir. Wê di pêşangeha îsal de pirtûkên zarokan, ji bo avakirina pirtûkxaneyan a li gundan, wê bi pirtûkên li dezgeha Civata Ragihandinê re bên pevguherandin.

Nûçeyê bixwîne

Derhênerê bi xelat biryar da bi qeyûmê re nexebite

Derhêner Zeynel Dogan ê di beşa sînemayê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de perwerde dide yê fîlma "Dengê bavê min" piştî tayînkirina qeyûm ji ber ku di rewşa heyî de berdewamkirina xebatên xwe de zehmetiyê bikişîne heta ku dîsa îradeya gel serdest bibe biryara ku xebatên xwe di qadên din de bimeşîne girt.

Nûçeyê bixwîne

'Gelo wêjeya kurdan heye?'

Pirsa "gelo wêjeya kurdan heye" tê kirin li aliyê din Îlhamî Çinar ê ku ji girtîgehan têkoşînê bi çiya re digihîne hev wêjeya çiya vedibêje. Çinar ê ku wêjeya şer û wêjeya çiya tîne ber hev wiha bidêje: "Jixwe wêjeya çiya ji bo pirsa divê mirinekî çawa yan jî çawa bikujî na ji bo pirsa 'divê çawa bijîn' bersiv e."

Nûçeyê bixwîne

Ji bo bîranîna komkujiya Sînemaya Amûdê dê 'Sînemeya 13' bê vekirin

Beriya 56 salan li Sînemaya Amûdê ya li bajarê Amûdê ya Rojava şewat derket û 283 zaroka jiyana xwe ji dest dan. Ji bo bîranîna zarokan li bajar binavê "Sînemaya 13" sînemayek nûy hat vekirin û îro deriyên xwe vekirin.

Nûçeyê bixwîne

Wê her roj li malekê bin

Şagirt û mamosteyên NÇM'a Wanê ya ku deriyê wê hat mohrkirin, ji bo temamkirina xebatên xwe yî nîvçemayî wê her roj li malekê bicivin.

Nûçeyê bixwîne

Tenê 5 hosteyên nexşandina hunera zîvî ya têlkariyê mane

Li Midyada wek warê têlkariyê tê zanîn, tenê 5 hosteyên nexşandina hunera zîvî ya têlkariyê mane. Têlkariya bi destmizî tê nexşandin, ji ber sanayîbûnê bi tunebûyînê re rû bi rû maye.

Nûçeyê bixwîne

Cihê mamosteyên ji peywirê hatine durxistin ê rihetbûnê: Atolyeya Peykel

Mamosteya ku ji peywir hat durxistin Nazli Çîçek û peykertraş ê bi navê Erdal Tut ê ji Sûrê koçber bûbû di zimanê hevpar ê hunerê de hatin cem hev û li Atolye Peykel a ku mirov dikare xebatên alternatîf ê hunerê bike gihiştin hev. Ev der di heman demê de cihê ku mamoste lê rihet dibin e.

Nûçeyê bixwîne

Bi stranên xwe yên li tarîtiyê vediguhezînin rû erdê

Koma muzîkê ya bi navê “Komur Karasi” bi besteyên xwe yî têkildarî madenvanan, balê dikşîne ser şert û mercên ku madenvan bi wan re rû bi rû dimînin.

Nûçeyê bixwîne

Şewqdayîna Hewselê ya ber bi Dîcleyê resmand

Pêşangeha Wênekêş Tahîr Bozkûrt a bi navê "Sonata Payîzê" ku mijara wê Baxçeyên Hewselê yên Amedê ne, xwe gihand hunerhezan. Bozkûrt got:"Ji bo ew rengên ji Baxçeyên Hewselê şewq didin Dîcleyê baş bên dîtin, divê her kes parêzvaniya aşitiyê bike."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 19 / 23