Jin

Li Rihayê mudaxale: 23 jin hatin binçavkirin

Li Rihayê polîsan mudaxaleyî meşa 8'ê Adarê kirin û 23 jin hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Jinan li dervê welat rêxistina RONAK ava kirin

Jinên ji Rojhilatê Kurdistanê yên li Swêdê dijîn, rêxistina bi navê ‘Ronak’ ava kirin.

Nûçeyê bixwîne

'Heta em dengê xwe dernexin em ê tim rastî taciz û tecawizan bên’

Zuhal Guneş a li Organîze Saniyaya Manîsayê rastî taciza gerînendeyê Valfsel A.Ş.’yê hat û ji kar hat derxistin, li ber fabrîkeyê piştî nobeta bi rojan doza îadekirina kar qezenc kir. Guneş wiha got: “Heta em dengê xwe dernexin em ê tim rastî taciz û tecawizan bên.”

Nûçeyê bixwîne

Taşdemir: Dê jin di 16’ê Nîsanê de bariyeran deynin pêş rejîma sultaniyê

Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku di 14 salên îktîdara AK Partiyê de ji bo jinan dîmeneke tarî derketiye holê û got, dê jin di 16’ê Nîsanê de li pêş rejîma sultaniyê bariyeran deynin.

Nûçeyê bixwîne

Sira serkeftina wan piştevaniya jinê ye

Nuriye Erkmen a 3 meh berê li Qersê bûtîka kincên gelêrî vekir, bal kişand ser piştevaniya jinê û hişmendiya zayendî û wiha got: “Bila jin hay ji cudahiya zayendî hebin. Heke em bibin yek em ê ji derheqê her tiştî derkevin.”

Nûçeyê bixwîne

8'ê adarê bi şahiyên 'Na' tê pîrozkirin

Jinên ku 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê pîroz dikin bi şahiyên "Na" balê dikişînin li ser referandumê û dibêjin ku ew ê ji dîktatoriyê re bibêjin "Na".

Nûçeyê bixwîne

TJA: Em ê qedexeya 8’ê Adarê nas nekin

Waliyê Amedê bi hinceta OHAL’ê pîrozbahiyên 8’ê Adarê qedexekirin, TAJ’yê derbarê qedexeyê de daxuyaniyek da û diyar kir ku derbarê mijarê de hevdîtinên wan didomin û çi dibe bila bibe ew ê li qadan bin.

Nûçeyê bixwîne

'Arşîva' gotinên îxtidarê yên zayendperest

Ligel gotina " fitrata jin û zilaman ters e" heta "ji ber ku jin li kar digerin betalî zêde ye" ve AK Partî di îxtidara xwe ya 15 salan de bi daxuyaniyên xwe wekî ku "arşîvekî" "zayendperest, cudakar, pêşiya şîdetê vekir" ava kir jin wekî salên barî îsal jî li hemû qadên jiyanê têkoşîna xwe bênavber didomînin.

Nûçeyê bixwîne

Dê di 8'ê Adarê de jiyan rawest e!

Jinên ku dê di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bi dirûşmeya "Çeka me piştevaniya me ye" bi gelek çalakiyan grevê bikin, dê li qadan bin. Ji Piştevaniya Jinê ya Narê Kubra Yilmaz wiha got: "Ev grev watedar e û dibe bibe destpêka her tiştî."

Nûçeyê bixwîne

Helbet gotineke jinên wanî heye!

Parlementera HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe, bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê ya di mercên OHAL'ê de bê pîrozkirin û wiha got: "Li bajarekî ku ewqas mirina jinan, îstismarkirina pitikan û her cure şidet lê zêde dibe, helbet dê gelek gotinên jinan hebin."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 28 / 51