Jin

Trakyayî ji serokdewletiyê re dibêjin 'Ayır'

Xwendekarên jin ên Zanîngeha Trakya ku xebata kampanya "Na" dimeşînin, bi ser navê "Gelê Trakya ji Serokdewletiyê de dibêjin 'Ayır'" û belavoka "Fatûreya Serokdewletiyê" a îcreetên AK Partiyê yê 14 salan vedibejin amade kirin. Xwendekarên jin gotin "Xwendekarên Zanîngehê jî dibîn Na'" dest bi xebatan kirin.

Nûçeyê bixwîne

Jinên kurd yekîtiya neteweyî nîqaş dikin

Jinên kurd ên di çarçoveya hewldana komkirina Kongreya Neteweyî ya Kurd de li Amedê kom bûn, komxebatek li dar xistin. Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca ya di komxebatê de axivî wiha got: "Sedsalekî din a kurd winda bikin nîne. Jinên kurd pêşengên vî kongreyê ne."

Nûçeyê bixwîne

'Em ji qeyûman jî, ji pergala serokatiyê re jî dibêjin 'Na''

Li şaredariyên DBP'î yên qeyûm tayînî wan hat kirin, qeyûman ewil xebatên jinan rawestandin û saziyên jinan qefil kirin. Lê jinên li Navenda Jinê ya Şaredariya Erxeniyê dixebitin, li gel hemû astengî û çewisandinan jî xebatên xwe didomînin. Xebatkarên Navenda Jinê gotin, rawestandina xebatên jinan tê wateya dê şidet zêde bibe û wiha gotin: "Em jin hem ji qeyûman hem jî ji serokdewletiyê re dibêjin 'Na'."

Nûçeyê bixwîne

Bazara Keda Jinê bû qada îstihdamê

Bazara Kedê ya Jinê ya bi mebesta jin bi firotina berên bi destan çêdikin û piştevaniya aboriya malê bikin di bin banê Şaredariya Edîrneyê de hat vekirin, ji sala 2006'an heta niha ji bo jinên teqawîd qada îstihdamê ye.

Nûçeyê bixwîne

Ev bazar ji jinan tê pirsîn

Bazara semtê ya guhêzbar ku nêzî 2 sala ye li Rezanê hatiye çêkirin, bi temamî ji aliyê jinan vê tê birêvebirin. Li vê bazarê firoşkar jî, kirîger jî ji halê xwe kêfxweş in.

Nûçeyê bixwîne

'Ji bo Ozgecan neyên qetilkirin em her kesî vedixwînin 'Na'yê'

Jinên edeneyî, diyar kirin ku ji bo ew cinayetên jinan rawestînin ew ê bibêjin 'Na' û wiha gotin: "Ji bo Ozgecanên nû neyên qetilkirin em her kesî vedixwînin Na'yê."

Nûçeyê bixwîne

Jin li refên herî pêş in

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ragihand ku 9 kîlometre ji Reqqayê re maye. Jinên kurd, suryan, ereb û tirkmen ên di refên herî pêş ên operasyona "Xezeba Firatê" de cih digirin, bi heycana ku jinên reqayî ji esaretê rizgar bikin tevdigerin.

Nûçeyê bixwîne

Du sal piştî Ozgecan

Li Tarsûsê piştî qetilkirina Ozgecan Aslan, jinên ku li dijî cinayetên jinan daketin kolanan, hewl dan destûr nedin qanûnên dijminatiya jinan. Parêzer Sevim Kuçuk, got cezayê li kesên Ozgecanê qetilkirin hat birîn bûye emsal, lê belê vîneke ku cinayetên jinan rawestîne derneketiye holê.

Nûçeyê bixwîne

Gelek sedemên wan ê 'Na'yê hene

Li Denîzliyê jinan diyar kir ku, ew ê li dijî îstismarkirin û desteserkirina mafê jinê bibêjin "Na". Jinan, bang li hemû jinên deng didin AK Partiyê kirin, ku bibêjin "Na".

Nûçeyê bixwîne

Projeya Ocalan a 'nîvco' mayî

Ji parêzerên Ocalan, Ebru Gunay qala gotina Ocalan a dema anîn Îmraliyê ya "projeya min a nîvco mayî" ya têkîldarî azadiya jinê û wiha got: "Pradîgmaya ku Birêz Ocalan li Îmraliyê pêş xist ji bo felsefeya azadiya jinê bû argumanekî bingehîn."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 35 / 51