Jîngeha Kedê

Cotkarên Semsûrê nikarin fatûreyên elektrîk bidin

Li Semsûrê cotkarên ji bo çandiniya avî bikin sondaj lêxistin dest nîşan dikin ku, ber di nav lepên bazirganan de vediguherin qezencê û ji ber vê nikarin fatûreyên xwe yî elektrîkê jî bidin.

Nûçeyê bixwîne

Li Kinikê karkerên madenê hatin binçavkirin

Di operasyonê ku serê sibê li Kinikê hat pêkanîn de du karkerên madenê bi hinceta "endamên rêxistinê ne" hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

SES dest bi çalakiyan dike

Hevserokê Giştî yê SES'ê Îbrahîm Kara, diyar kir ku ew ê li dijî îxrackirinên di civakê de bêdeng nemînin û her hefte roja Pêncşemê çalakiyan li dar bixin.

Nûçeyê bixwîne

karmendên hatin îxrackirin: Bi hev re em dikarin tarîtiyê birûxînin

Serokê Şaxa BES’ê ya Mêrsînê Yûsûf Kaya yê bi KHK’yên dawî ji kar hat îxrackirin wiha axivî: “Di têkoşîna li Tirkiyeyê tiştek kêm e, ew jî hatina gel hev e. Heke em werin gel hev, vîna xwe derxînin holê em ê van rojên tarî biqedînin.”

Nûçeyê bixwîne

Serokê Girştî yê BES'ê: Em ê çong nedeynin

Serokê Giştî yê BES'ê Fîkret Aslan ê bi biryarnameya dawî ya KHK'ê hat îxrackirin wiha got: "Bila axayên şer ên li derdora qesrê kombûne baş bizanin ku dê kedkarên welat ên birûmet çong nedeynin."

Nûçeyê bixwîne

KESK: Bila endamên me vegerînin li ser karên xwe

Platformên Şaxên KESK'ê yên Riha û Semsûrê bi daxuyaniyan xwestin hevalên wan ên ku hatine îxraçkirin vegerînin li ser karê xwe û peyama "dê têkoşîn bidome" dan.

Nûçeyê bixwîne

KESK di kanûnê de derdikeve qadan

Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şaziye Kose diyar kir ku li dijî pêkanînên OHAL û KHK'ê di meha kanûnê de derdikevin qadan û dest bi çalakiyan dikin. Kose, anî ziman ku dê li Mêrsîn, Samsun, Wan, Stenbol û Îzmirê mîtîngên “Em teslîmî îxrac, dûrxistin, sirgûn û cezayê we nabin" pêk bînin.

Nûçeyê bixwîne

Hevserokê Giştî yê SES'ê Kara hat binçavkirin

Hevserokê Giştî yê SES'ê Îbrahim Kara û rêveberên sendîkayê dema xwest li dijî OHAL’ê çalakî pêk bînin hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 30 / 30