Jîngeha Kedê

37 salin bi evînek mezin sifir dineqişîne

Li sûka dîrokî ya Kaleîçî ya ku beriya mîladê di sedsala 11’an de hat avakirin, hunera neqişandina sifirê ku ji serdema kevna ya Yunan û Anatolyaya kevn ji roja me ya îro re mîras maye welatiyê bi navê Şefîk Demîrel 37 salin bi evînek mezin sifirê dineqişîne.

Nûçeyê bixwîne

Jiyanê bi neqişandinê debar dike

Ciwanê tevî malbatna xwe ji Pirsusê koçî Dîlokê kirîn Mihemed Hanbulut ê 19 salî, di dikanek biçûk de bi karê neqişandinê debara malbata xwe dike û jiyana malbatê bi neqişandinê debar dike.

Nûçeyê bixwîne

Her tişt ji daran e

Li atolyeya ji her derê wê bêhna daran tê, Ovunç Pehlîvan ji daran pirtûkxane, tabûre, gerdanî, guhar, xişr û zînet, metereyên darînî, neynik, saet û hwd. çêdike, wan hem bi motîfên çanda herêmî hem jî bi yên cuda dixemilîne.

Nûçeyê bixwîne

Hem pîşeya bavê xwe didomîne hem jî debara xwe dike

Aysun Kaya ya ku li atolyeya bavê xwe ya beriya 18 salan li beşekî mala wan vekir 15 sal in secadeyan çêdike hem pîşeya bavê xwe didomîne hem jî debara mala xwe dike.

Nûçeyê bixwîne

‘Nanekî wek xwêdana eniya xwe paqij dibim'

Mahmûdî Taştan ê heta derengê şevê li tax û kuçeyên Agiriyê bi ereboka xwe yî destan digere, komira ku di nav ariya li konteynerên çopê tê valakirin de berhev dike difiroşe û pê debara malbata xwe yî 7 kulfetî dike. Taştan anî ziman ku, dema ew dixebite yên di ber wî re derbas dibin ji bo wî nebînin berê xwe hêl dikin û wiha got: "Şerm nakim, çimkî ez nadizim û xwêdanê dirêtim. Ez nanekî wek xwêdana eniya xwe paqij ji malbata xwe re dibim."

Nûçeyê bixwîne

Masîvan ji ber qedexeya nêçîrê bi gazinc in

Masîvanên li dijî qedexeya nêçîra masiyên Orfoz û Lagosê yên ji aliyê Wezareta Çandinî û Sewalvaniyê hatin qedexekirin bertek nîşan dan, diyar kirin ku ev rewş bi awayekî neyînî bandorê li wan dike û xwestin dawî li vê qedexeyê bê.

Nûçeyê bixwîne

Piştevaniya jinan a pihêtina nan

Li Gundê Biyadirê yê Çelê, jin ji dêvla her roj nanê tenûrê bipihêtin û di bin duxanê de bimînin, heftê çend rojan tên gel hev û li gor pêdiviya xwe nan dipihêtin.

Nûçeyê bixwîne

Karker dê di sala nû de bêtir têkevin bin deynan

Pisporê DÎSK'ê Can Kaya, diyar kir ku pergala BES'ê dê karkeran bêtir têxe bin deynan û wiha got: "Di sala 2017'an de karker dê bi pergala BES'ê bêtir têvin bin deynan.

Nûçeyê bixwîne

Bi piştevaniyê hildiberînin û difiroşin û piştgiriya hevpîşeyên xwe dikin

Mamosteyên jin ên ku bi KHK'ê hatin îxraçkirin, li standên ku li çarşiya jinan vekirine tiştên ku bi keda destên xwe çêkirine difiroşin û bi vî awayî hem debara xwe, hem jî piştevaniya hevpîşeyên xwe yên hatine îxraçkirin dikin.

Nûçeyê bixwîne

DÎSK'ê ji bo heqê kêm referandum pêşniyar kir

Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, ji bo heqê kêm diyar kir ku pêwiste ji bo debara herî kêm 2 hezar tl bê qetandin û wiha got: “Werin em li 81 bajaran sindoqê dînin. Em referandumê bikin. Ger ku vîna gel Hezar û 300 tl qebûl kir em jî qebûl bikin."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 26 / 30