Jîngeha Kedê

Têkoşîna karkerên înşaetê ya li dijî sermayê

Karkerên înşaetê yên li Wanê dixebitin, li dijî sermaya zêde bi agirê tenekeyan xwe germ dikin û li dijî sermayê têdikoşin.

Nûçeyê bixwîne

Karker, firoroşkarê li kuçeyan... lê mamoste ye!

Mamosteyên nayên tayînkirin, bi anîna pergala mulakatê re hêviya wan î bi destxistina kar her diçe kêm dibe. Perwerdekar Erdal Korkmaz ê zivistanan li kuçeyên Kolikê pirtûkan difiroşe got, ew di demsalên din de jî karkeriya demsaliyî dike.

Nûçeyê bixwîne

Ne cotkar ne jî karker kêfxweş in

Li Kolika Semsûrê, cotkarên ku bi pereyekî zêde serayên xwe avakirin ji ber bi xesarê li serayan çandiniyê dikin û jinên karker jî ji ber rojê bi 30-35 TL'yî dixebitin, ji rewşa heyî bi gilî û gazinc in.

Nûçeyê bixwîne

Karkerên çandiniyê: Nan buha ye, yewmiye kêm e

Li Mêrsînê karkerên narinciyeyê destnîşan kirin ku, ew beramberiya keda xwe nagirin û wiha gotin:"Nan buha ye, yewmiye kêm e."

Nûçeyê bixwîne

Xwedikerên dermaleyan koçî Botanê dikin

Li Colemêrgê welatiyên ku xwedikeriya dermaleyan dikin, ji ber gelek herêm bi hinceta "ewlehiyê" hatin qedexekirin û bi vî awayî zivistanê nikarin heywanên xwe biçêrînin, ber bi Herêma Botanê ve koç dikin.

Nûçeyê bixwîne

Malbatên mexdûr amadekariya giliyê li koma Cîner bikin dikin

Li navçeya Şîrvanê piştî hezan li kana madenê cenazeyên 12 karkeran hatibûn derxistin, ji bo dîtina cenazeyên 4 karkeran lêgerîn didome. Xezmên karkeran ji bo ku der barê şîreketê de gilî bikin amadekariyê dikin.

Nûçeyê bixwîne

Ji Hêzên Demokrasî û Kedê ji bo mîtînga KESK'ê piştgirî

Hêzên Demokrasî û Kedê ji bo mîtînga KESK'ê ya bi slogana "Em ê teslîmî îxraçkirin, ji kar durxistin, sirgûn ê cezayan nebin" dê li Îzmîrê bê lidarxistin bangawazî kirin.

Nûçeyê bixwîne

Keda destan li hemberî teknolojiyê têk çû: Xalîçeyên tevnê êdî nayên firotin

Mîthat Guzel ê ku ev nêzî 30 salî ye tevnkeriyê dike, li dezgeha xwe yî ku li hemberî demê li ber xwe dide, êdî nikare xalîçeyên xwe yî bi tevnê çêdike bifiroşe.

Nûçeyê bixwîne

Di 11 mehan de 1816 karker di qezayan de mirin

Li gorî dane û rapora Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (İSİG) di 11 mehên 2016’an de hezar û 816 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.

Nûçeyê bixwîne

Karkerên betal tora rêxistinê ava dikin

Karkerên li Antalyayê di sala dawî de ji ber şer û qeyrana aborî betal man, li dijî betaliyê tora rêxistinê ava dikin. Karkerê turîzmê Velî Erdogan diyar kir ku qeyrana aborî bû sedema betalî û deyndarbûna wan. Karker Erdogan anî ziman ku civînan pêk tînin û xwe bi rêxistin dikin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 28 / 30