Gelê Wanî: Daxwazên HDP’ê daxwazên me ne
Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP’ê îro li Wanê dest pê dike. Gelê Wanî piştgirî da nobeta HDP’ê û diyar kirin ku daxwaza HDP'ê daxwaza gel e.
Nûçeyê bixwîneNobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP’ê îro li Wanê dest pê dike. Gelê Wanî piştgirî da nobeta HDP’ê û diyar kirin ku daxwaza HDP'ê daxwaza gel e.
Nûçeyê bixwîne2'emîn rûniştina doza Rojnameger Nedîm Turfent yê 16 meh berê ji ber qedexeyên li Geverê şopandin hat binçavkirin û girtin, dê sibê bê dîtin. 13 kesên bi îşkenceyê li ser Turfend îfade dabûn, di rûniştina yekem de îfadeya xwe paşve kişandibûn û diyar kirin ku Turfent nas nakin.
Nûçeyê bixwîneCemaeta Dêra Ortodoks a Amedê guhertina demografiya bawerî û nijadan a Navçeya Sûrê rexne kirin û diyar kirin ku hevparên Sûrê tên tunekirin. Serokê Komîsyona Lêkolîna Încilê Şaban Ok, diyar kir ku Sûr berhema keda hevparee û ya tê tunekirin jiyana hevpar e.
Nûçeyê bixwîneHat hînbûn ku li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, di dema hijmartinê de gardiyanan îşkence li 21 jinên girtî kiriye. Hat diyarkirin ku gardiyanên giliyê wan hatine kirin di parastina xwe de wiha gotine: "Ji ber ku girtiyan hevdu nuquçandiye ev morayî çêbûne."
Nûçeyê bixwîneQeyûma Şaredariya Amedê, xebat û projeyên nîvco mayî ji be yên DBP'ê ne, berdewam nake. Bin avayiya projeyê di serdema DBP'ê de hatin avêtin û nivco man, wekî girêka kor li holê hiştiye.
Nûçeyê bixwîneParlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier ku li Silêmaniyeyê tevlî komcivîna kongreya neteweyî ya ku KNK'ê pêk anî bû, anî ziman ku dê ji niha û pê ve jî li Tirkiye, Îran, Rojava, Ewropa û Silêmaniyeyê komcivîn bên lidarxistin û bi van komvicînan re lingê duyemîn ê yekîtiya neteweyî ya kurd temam bikin.
Nûçeyê bixwînePiştî Sûr hat dorpêçkirin û rayedarên dewletê dest bi xerakirina taxên sûrê kirin, niha jî kevirên bircên Sûrê Amedê ten dizîn. Şêniyên Sûrê li dijî vê helwesta dewletê nerazî ne.
Nûçeyê bixwîneSaziya Tiba Edlî 3 caran rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" da girtî Şehmus Îlhan. Li gel vê jî Îlhan nehat berdan û her diçe rewşa wî ber bi nebaşiyê ve diçe.
Nûçeyê bixwîneGirtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsûsê tim bi îşkence û muameleyên kirêt dibe rojev. Girtiya bi navê Azize Yakoglu, nameyek şand û tiştên ku bi riya nameyê nivîsandin mirovan mat dihêle. Tê diyarkirin ji ber nû hatiye çêkirin ji girtîgehên din gelek girtî sewqî wê tên kirin û îşkence di rîngan de dest pê dike.
Nûçeyê bixwîneŞewata li Çiyayê Cûdiyê hîn jî didome. Li gel vê yekê, vê carê jî leşkeran Çiyayê Gabarê topbaran kir û ji ber vê şewat derket. Bi sedan dar bûn xwelî.
Nûçeyê bixwîne