Polîtîka

Serokomar kengî bixwaze dê karibe meclîsê fesih bike

Daxwaza guhertina Qanûna Bingehîn, ji ber erka zagonsaziyê di destê yek zilamî de digire tê rexnekirin. Profesorê Qanuna Bingehin Îbrahim Kaboglu diyar kir ku ev guhertin xebera kaosê ye. Wekîlê Hiqûqnas ê meclîsê Muharrem Erkek, diyar kir ku dê bi vê guhertinê meclîs her dem di bin zextan de be. Erkek, anî ziman ku Serokomar kengî bixwaze dikare meclîsê fesih bike.

Nûçeyê bixwîne

AKP 'Na'yên di nava xwe de diçewisîne

Parlamenterekî AK Partiyê yê berê ku bi şertê navê wî neyê nivîsandin axivî, diyar kir ku di nav AK Partiyê de herî kêm ji sedî 6 derdoreke ku bêje "Na" heye û wiha got: "Lê ev derdor bi awayekî aşkere nikare tercîha xwe bîne ziman. Yên dibêjin 'Na' bi xayîntiyê, wek FETO'yê û PKK'yî tên tawanbarkirin."

Nûçeyê bixwîne

Yaşar Yakiş: Cîhan behsa kurdan dike lê me ew ji rojevê derxistine

Ji avakarên AK Partiyê û Wezîrê Karên Derve yê berê Yaşar Yakiş, dest nîşan kir ku sedemeke kûrbûna krîza dîplomatîk jî pirsgirêka kurd e û wiha got: "Pêvajoya Dolmabahçeyê rûxiya. Lê li cîhanê bereksê wê heye. Yanî cîhan hîn bêtir pirsgirêka kurd derdixe pêş, lê me ev mijar ji rojevê derxistiye."

Nûçeyê bixwîne

‘Ger Erdogan li bombebarana Cizîrê binêre dê Nazîzmê bibîne’

Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan a ku li Denîzliyê axivî diyar kir ku divê ku Erdoganê şibandinên Nazîzmê dike li Nazîzma xwe binêre û wiha got: “Ger li bombebarandina Cizîr û Sûrê binêre dê Nazîzmê bibîne.”

Nûçeyê bixwîne

Krîza Ewropayê têr nekir krîzên mezintir li ber derî ne!

Di vê pêvajoya ku ji referandumê re roj mane de tê dîtin krîza bi Ewropayê re pêş dikeve bandorê li ser ferqa di navbera “Erê” û “Na” nake, fikarên dê krîzên mezintir ava bike derdikevin holê.

Nûçeyê bixwîne

'Heke em bi govenda azadiyê biherikin qadên Newrozê dê faşîzm winda bike'

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim, anî ziman ku li welat di serdemeke şaşaya şer tê kirin de dê agirê Newrozê bê vêxistin û got, dê li zêdeyî 100 navendî agirê Newrozê bê vêxistin. Yildirim, dest nîşan kir ku ew ê wek destkeftiyeke mezin pêşwaziya Newrozê bikin û wiha got: "Heke em biherikin qadan û govenda azadiyê bigerînin, dê faşîzm winda bike."

Nûçeyê bixwîne

Baskin Oran: Krîza Ewropayê vediguherînin 15'ê Tîrmeha duyemîn

Prof. Dr. Baskin Oran, krîza bi Almanya û Hollandayê ya beriya referandûmê re tê afirandin niraxand û got, ji bo ev pêkanîn bi kêrî Erdogan bên, vediguherînin '15'ê Tîrmeha duyemîn' û ji ber vê tê kişkişkirin. Her wiha Oran, got ev pêkanîn bi hêleke xwe ve dişibe serdema McCharthy.

Nûçeyê bixwîne

Gelê Silîvriyê li dor 'Na'yê bûye xelek

Li Sîlîvriya Stenbolê, bênavber xebatên gel ên ji bo referandûmê didomin. Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî, HDP, HDK, CHP, ODP, Egîtîm-Sen û gelek partiyên siyasî û rêxistin li dor "Na"yê bûne xelek.

Nûçeyê bixwîne

Serokwezîr: Yên dibêjin Na' piştgiriyê didin terorê

Serokwezîr Binali Yildirim, di mîtînga referandumê ya li Erdexanê de kesên dibêjin "Na" tawanbar kir û got: "Yên dêjin na cihê terorê û perçebûnê ava dikin.

Nûçeyê bixwîne

Onder: Rêz nîşanî hiqûqa xwe bidin

Parlamenterê HDP’ê Sirri Sureyya Onder ji bo parlamenter û hevserokên HDP’ê yên girtî bang li Dadgeha Qanûna Bingehîn kir û wiha got: “Tişta em ji we dixwazin ewe ku hûn rêz nîşanî hiqûqa xwe bidin û li gorî wê tevbigerin. Hûn nikarin vê berdin nav demê û durî berpirsyariyê bisekinin.”

Nûçeyê bixwîne

Rupel 33 / 77