Polîtîka

Baluken: Heke zemîna meşrûiyetê hebe dê gel li sindoqê dersê bide

Parlamenterê HDP'ê İdrîs Baluken hîn ji girtîgehê derneketibû, du parlamenterên HDP'ê yên din jî hatin girtin û Baluken vê rewşê wiha nirxand: "Hewaya xweşbîniyê li nav deriyê girtîgehê hat berhewakirin." Baluken, têkildarî referandûmê jî ji ber hîn 12 parlementerên HDP'î û bi hezaran siyasetmedar girtîne, parast ku di atmosfereke wiha de dê tu meşrûtiyeteke wê tune be. Dest nîşan kir ku, heke zemîna vê meşrûiyetê bê peydekirin dê gel li sandoqê dersa kesên ji vê dîmena heyî berpirsiyar in bide.

Nûçeyê bixwîne

Ahmet Turk: Ji nû ve pêdivî bi pêvajoyeke gel bêhnê bigire heye

Ji navên girîng siyaseta kurd Ahmet Turk ê ji girtîgehê derket ji dîhaberê re axivî diyar kir ku ji nû ve pêdivî bi pêvajoyeke gel bêhnê bigire heye. Turk destnîşan kir ku ji bo vê yekê jî divê aqilê hikûmetê biguhere, ji bo referandûmê jî "fikarên" xwe parve kir.

Nûçeyê bixwîne

'Ev Qanûna Bingehîn ezmûna civakê ye'

Siyasetmedarên berê yên li eniya "Na"yê cih digirin gotin, di pêvajoya OHAL'ê de referandûm zehmet e. Wezîrê Xebat û Ewleyiya Civakî yê berê Ziya Halis, dest nîşan kir ku heke pêşniyara guherandina Qanûna Bingehîn di referandûmê de derbas bibe dê tam "padîşahek" bê afiranidn û wiha got: "Ya rast ew e ku di referandûma Qanûna Bingehîn de gelê me dengê 'Na'yê bi kar bîne."

Nûçeyê bixwîne

Wêne di rojeva Meclîsê de ye

Nûçeya “Bîlgen hat girtin” a ku beriya Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen bê girtin hatin weşandin xistin rojeva Meclîsê.

Nûçeyê bixwîne

Fatura lêçûnê di nava CHP'ê de krîz çêkir

Serokê Giştî yê CHP'e Kemal Kiliçdaroglu, bi hinceta li Meclîsê 1 milyon û 200 hezar Tl lêçûna wê ya ragihandinê heye xwest Elif Dogan Turkmen ji dîwanê îstîfa bike.

Nûçeyê bixwîne

Yildirim: Referandûm roja hesabpirsînê ye

Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim ê referandûmê wek pêngaveke sefereberiyê nirxand wiha got: "Referandûm roja hesabpirsînê ye."

Nûçeyê bixwîne

Pêşniyara guherandina Qanûna Bingehîn piştî 12 rojan hat şandin

Pêşniyara guherandina Qanûna Bingehîn a piştî nîqaşên 10 rojan di Lijneya Giştî ya Meclîsê re derbas bû, piştî derbasbûyyînê bi 12 rojan ji bo tesdîqkirinê ji Serokomariyê re hat şandin.

Nûçeyê bixwîne

Merkel xwest bi Baluken re hevdîtin bike

Şansolyeya Alman Angela Merkel, cara 6'emîn dê bê Tirkiye ziyaret bike û yekem car bi hêza muxalif re hevditin bike. Merkel, ku îro bê Enqereyê û bi Serokomar Tayyip Erdogan û Serokwezîr Yildirim, Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdris Baluken re hevdîtin bike.

Nûçeyê bixwîne

Ocalan: Ji bo em tecrîda li Îmraliyê bişikînin em ê bêjin ‘Na’

Parlamentera HDP’ê yê Rihayê Dîlek Ocalan diyar kir ku ew ê li dijî guhertinên qanûna bingehîn ku bi hevkariya AK Partî û MHP’ê ji meclîsê hat derbaskirin ‘Na’ birêxistin bikin û wiha got: “Gel ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê bişikîne dê bêje ‘Na’. Heta tecrîda li Îmraliyê neyê şikandin tiştên bên kirin dê kêm bimînin.”

Nûçeyê bixwîne

Taşdemîr û Ozturk: Dê gelê Agiriyê ji rejîma yekzilamî re bibêje 'Na'

Parlementerên HDP'ê yên Agiriyê Dîrayet Taşdemîr û Berdan Ozturk dest nîşan kirin ku, dê li gel hemû pêkanînan jî gelê kurd qethiyen vîna xwe radestî îktîdarê neke û wiha gotin: "Dê li Agiriyê û Serheda Bakur ji rejîma yekzilamî re bersiva gel 'Na' be."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 45 / 77