Polîtîka

Ferhat Dêrîk: Ji bo çareseriyê pêdivî bi projeyê heye

Endamê Komîteya Rêxistinbûyînê ya Federalîzma Sûriyeya Bakur a Demokratîk Ferhat Dêrik, diyar kir ku hevdîtinên Astanayê neserketî bûn û wiha got: "Ji bo çareseriyê pêdivî bi projeyekî heye. Divê destkeftiyên gelên Sûriyeyê esas bên girtin. Divê hemû gelên li wir esas bên girtin."

Nûçeyê bixwîne

Selma Gurkan: Divê hevparên têkoşîna demokratîk di platformekî de bên cem hev

Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan diyar kir ku pêvajoya referandumê ji bo gelan fersendek e û wiha got: "Divê hevparên têkoşîna demokratîk di platformekî hevpar de bi hevre tevbigerin."

Nûçeyê bixwîne

Hevberdevka HDK'ê Koçyigit: Ji bo ‘Na'yê bi hezaran sedemên me hene

Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyigit, got di referandûmê de ji bo guhertina Qanûna Bingehîn bi hezaran sedemên wan ê "Na"yê hene û wiha axivî: "Em vê pergala zorbeyî, ya yekzilamî red dikin. Em dixwazin demokrasiya vî welatî xurt bibe, em azadiya vî welatî dixwazin."

Nûçeyê bixwîne

Dê her tiştên têkildarî 'Na'yê di Hayir TV de bin

Hayir TV a li ser cerîbînên Çapul TV a di dema Geziyê de hat vekirin dest bi weşana xwe kir, dê dema pêvajoya referandûma Qanûna Bingehîn de her tiştên têkildarî "Na"yê biweşîne. Ali Ergin Demirhan ê hem di avakirina Çapul TV û hem jî di avakirina Hayir TV'yê de cih girt wiha got: "Çareserî di 'Na'yê re derbas dibe."

Nûçeyê bixwîne

Serokê Giştî yê SYKP Kaya: Ji diktatoriyê re NA

Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Ahmet Kaya, li ber navenda Giştî ya partiya xwe daxuyanî da û diyar kir ku ew ji pergala dîktatoriya yek mirov re dibêjin NA.

Nûçeyê bixwîne

Uca: Yekitiya netewî wekî av û nan pêwîst e

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca têkîldarî yekîtiya neteweyî ya kurdan û kongreya neteweyî ya kurd axivî û diyar kir ku di pêvajoya ku kurdan fersendekî mezin bi dest xistine de yekîtiya kurdan qasî nan û avê pêwîst e.

Nûçeyê bixwîne

Dê her kesî ji bo NA bi rêxistin bikin

Endamê Lijneya Serokên ODP'ê Alper Taş, diyar kir ku wan dest bi rêxistinkirina eniya "Na"yê kiriye û wiha got: "Ji dêvla em propagndaya çepgiran li çepgiran bikin, divê em derdorên ku di bin bandora AKP û MHP'ê de mane qanehî 'Na'yê bikin." Seroka Giştî ya EHP'ê Sibel Uzun jî wiha got: "Divê em gotina 'Em ê te nekin serok' dubare bikin."

Nûçeyê bixwîne

PYD û Rûsyayê çi axivîn?

Nûnerê PYD'ê yê Parîsê Xalîd Îsa yê beşdarî hevdîtinên li Moskowê bû wiha got: "Sûriyeyekî demokratîk dê ancax projeya ku me amade kiriye ve aram be. Hewldanên hin dostên meyên rûs êrênî bû."

Nûçeyê bixwîne

Li Enqereyê metirsiya ‘Herêma Ewle’

Pêşniyara "Herêma Ewle" ya ku berê dem dem Tirkiye dianî rojevê, piştî ku Serokê DYA'yê Trump anî rojevê metirsiyên Enqereyê zêde kir.

Nûçeyê bixwîne

Enver Muslim: Çareseriya pisgirêka Sûriyeyê sîstema federaliya demokratîk e

Hevserokê Kantona Kobanê Enver Muslim ku dawetî Moskovayê hat kirin û ji ber ambargoyê tevlî hevdîtinê ne bû diyar kir ku gelê li bakurê Sûriyeyê dijin pergla federaliya demokratîk dixwazin û wiha got: “EM dixwazin vê di her civînê de nîqaş bikin. Pirsgirêka Sûriyeyê bi vî awayî dikare bê çareserkirin.”

Nûçeyê bixwîne

Rupel 47 / 77