Polîtîka

HDP'ê xwest hikûmet îstifa bike

Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim ji êrîşa li dijî Reinayê hikûmet berpirsyar dît û wiha got: "Em dibêjin ku hikûmet nikare welat bi rêve bibe û divê îstifa bike."

Nûçeyê bixwîne

DBP bi rûspiyan re civiya

Rêxistina DBP'ê bi rûspî û oldarên li Amedê re civiya û têkîldarî geşadanên li herêmê û yekîtiya kurdan nîqaş kir.

Nûçeyê bixwîne

Serokwezîr Yildirim di Twitterê de hişyar kir

Serokwezîr Bînalî Yildirim di hesabê Twitterê yê aydî Serokwezîrtiyê de nivîsa "Bila bê zanîn ku gotinên pesnê terorê dide sûc e. Dê bên cezakirin." parve kir.

Nûçeyê bixwîne

Lijneya Wezîran di serokatiya Erdogan de dicive

Lijneya Wezîran îro di Serokatiya Serokomar Tayyip Erdogan de dicivin.

Nûçeyê bixwîne

Kaya; Soylu dirû nêzîkî êrîşan dibe

Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, helwesta Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ya li hemberî êrîşan rexne kir. Ji ber di gelek êrişan de Soylu HDP hedef nîşan da, Kaya piştî êrîşa li dijî Navenda Şahiyê ya Reîna, pirsa "Gelo Soylu, dê vê carê kê bike hedef" pirsî û wiha got: "Soylu got gelek agahî digêjin destê me. Çima tedbir negirt? Hemû kesên wekî wan nafikirin û najîn dikin hedef. Gotin û sekna wan a piştî komkujiyan dirûtiya wan nişan dide."

Nûçeyê bixwîne

HDP: Yên bi arkolk diçin agir berpirsiyar in

Lijneya Rêveber a Navenda HDP'ê têkildarî êrîşa li dijî navenda Şahiyê ya Reîna pêk hat û 39 kesan jiyana xwe ji dest dan, diyar kir ku kesên gavên çareseriyê navêjin û bi arkolk diçin ser agir berpirsiyariya wan a siyasî di nava vê yekê de heye.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo Ewlehiyê li Dolmabahçeyê dicivin

Di serokatiya Serokwezîr Bînalî Yildirim de dê li Dolmabahçeyê civîna ewlehiyê bê lidarxistin.

Nûçeyê bixwîne

Onder: Receteya çareseriyê Ocalan e

Parlamenterê HDP'ê yê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, diyar kir ku di pêvajoyek gelek dijwar re derbas dibin û wiha got: “Em wekî welat dê bi westin, lê dê taliya wê baş be. Dibe ku pêşnûmeya Qanûna Bingehîn li meclîsê 330 dengî negire û di meclîsê re derbas nebe. Reçeteya çareseriyê Ocalan e."

Nûçeyê bixwîne

Ji Tuncel peyama sersalê: Em têkoşîn û piştevaniyê xurt bikin

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel di peyama xwe ya ji bo sersalê şand de banga xurtkirina têkoşîn û piştevaniyê kir û wiha got: "Bindest, kedkar, jin û çîna karker a ku têkoşîna demokrasî û azadiyê didin di 2016'an de rastî polîtîkayên pêkûtî, çewisandin û zorê hatin."

Nûçeyê bixwîne

Pêşnûmeya guhertina qanûna esasî ji komîsyonê derbas bû

Komîsyona Qanûna Bingehîn a Meclîsê pêşnûmeya guhertina qanûna bingehîn a ku di nav de "sîstema serokdewletiyê" jî heye qebûl kir.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 60 / 77