Polîtîka

Serokwezîr Yildirim ji bo Esad mudaxilî operasyona li dijî kurdan nebe ji Rûsyayê xwest navbenkariyê bike

Derbarê ziyareta Serokwezir Bînalî Yildirim a li Rûsyayê dane tên ragihandin. Yildirim ku armanca xweya li Sûriyeyê ji Moskovayê re ragihand, hat zanîn ku ji Rûsyayê hat xwestin ku ji bo Esad mudaxilî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî kurdên El Babê ne be navbenkariyê bike.

Nûçeyê bixwîne

Atalan: Tecrîd encama hişmendiya faşîst a derbekara ye

Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan têkildarî tecrîda li dijî hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de got, tecrîda niha li dijî Demîrtaş pêk tê, ne tenê li dijî Demîrtaş li dijî bi milyonan hilbijêrên ku deng dan HDP’ê pêk tê.

Nûçeyê bixwîne

Fîgen Yuksekdag: Jiyana hevpar a gelan hedef hat girtin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a ku heyetek ji Swêdê ji bo pê re hevdîtinê pêk bîne hatibû lê destûra heyetê nehat dayîn, peyamek şand. Yuksekdag di peyama xwe de ragihand ku, eleqeya meselê ne bi şexsê wê re ye, jiyana hevpar a gelan, demokrasî û azadî hedef hatine girtin. Parlementerên swêdî jî anîn ziman ku, pêkûtiyên tên jiyîn tu eleqeya wan bi demokrasiyê re tune ye.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo hevdîtina bi Yuksekdag re destur nehat dayîn

Serokê Partiya Çepgir a Swedê Jonas Sjostedt û parlamenter Lotta Johnsson Fornarve yên xwestin bi Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Kandirayê ye hevdîtinê pêk bînin serlêdana kirin ji aliyê Wezareta Dadê ve nehat qebûlkirin.

Nûçeyê bixwîne

Serokwezîr Yildirim: Em navbenkariya Rûsya û OSO dikin

Serokwezîr Bînalî Yildirim di roportaja daye Sputnik û RÎA Novostî yê de diyar kir ku ew navbenkariya Rûsya û OSO'yê dikin.

Nûçeyê bixwîne

HDK li dijî OHAL'ê kampanyayê dide destpêkirin

HDK’ê encamnameya civîna 4’ê Kanûnê aşkera kir. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku wê li dijî Rewşa Awarte kampanyayekî xurt bê birêxistinkirin û piştevaniya gelê Şirnexê bê xurtkirin. Her wiha ji bo meclîsên gel bang li tevahî HDK’iyan hat kirin.

Nûçeyê bixwîne

Nehiştin parlamenterên HDP'ê bi Demîrtaş û Zeydan re hevdîtinê pêk bînin

Parlamenterên HDP'ê yên ji bo bi Hevserokê Giştî yê HDP'e Selahattîn Demîrtaş û parlamenter Abdullah Zeydan de hevdîtinê pêk bînin çûn Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê lê bi fermana Wezareta Dadê ve hatin astengkirin. Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku tecrîtkirina hevserok û parlamenterên wan wekî girtina wan biryarekî navendî ye.

Nûçeyê bixwîne

Yildirim: Em ê teklîfa guherandina Qanûna Bingehîn vê hefteyê berpêşî meclîsê bikin

Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, di dema domandina hevdîtinên budçeyê de hevdîtinek pêk anîn.

Nûçeyê bixwîne

Demirtaş nehat berdan

2’emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Amedê îtîraza parêzeran li ber çavan negirt û biryara berdewama girtina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş da.

Nûçeyê bixwîne

Dosya Tuncel û Kişanak kirin yek

Dadgehê der barê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak de biryar da ku dosyayên dozên wan bike yek. Heyeta dadgehê ji bo veguhestina rûniştina dozê jî nivîs ji Serdozgerê Komarê yê Amedê re nivîsî.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 67 / 77