Çand û Huner

Medreseya Sor a bi 5 milyon TL'yan nû kirin hildiweşe

Medreseya Sor a Cizîrê ku bi 5 milyon TL hat restore kirin dîsa dihilweşe. Medreseya ku piştî hat restore kirin dîwarên wê nêm girtiye ji nûve çekirina wê di rojevê de ye.

Nûçeyê bixwîne

Ji hunermendê NÇM'e konsera Diwan-a Dubeytî

Hunermendên NÇM'ê yê ji helbestên Helbestvanê Kurd Baba Tahirê Ûryan (rubai) albuma Diwan-a Dubeytî çap kirin, piştî çapkirina albumê dê konser bidin. Hunermendan hemû hunerhez dawetî konsera sahneya Moda kirin.

Nûçeyê bixwîne

Piştî qeyûm girt, bar ket ser milê wan

Piştî Navenda Çandê ya Semayê, ku nêzî 450 xwendekarên wê hebûn, ji aliyê qeyûm ve hat girtin, 8 xwendekarên vê navendê hatin gel hev û ji bo perwerdehiya xwe bidomînin bi navê "Ararat" mala pirtûkan vekirin.

Nûçeyê bixwîne

Sînemegerên kurd Pale Huner vekirin

Li Amedê sînemagerên kurd ji bo xebatên xwe bidin meşandin cihek bi navê Pale Huner vekirin. Di vekirina Pale Hunerê de şevek hunerî bi tevlîbûna hunermend Mem Ararat hat li darxistin.

Nûçeyê bixwîne

Çîroka kurdekî sirgûnkirî: Surgun

Nivîskar Metin Aktaş ê ku di pirtûka xwe ya bi navê "Surgun"ê de, komkujiya 1937'an, şewitandina gundan ên di sala 1994'an de, koçberiya ber bi bajêrên rojava yên Tirkiyeyê ve û çewisandinên dewletê vedibêje, diyar kir ku mirov ji tiştên hatine jiyîn dersê nagirin û got, îro qetlîamên li ber çavên wan çêdibin, lê li hemberî vê xwe li bêdengiyê datînin.

Nûçeyê bixwîne

Dengbêja zozanên Dersimê amadekariyên albumê dike

Hunermedn Eyşê Şewaxî ya ku di kilamên xwe de cih dide êş û azar, lehengî û çelengiyên erdnîgariya Dersimê, niha amadekariyên derxistina albumekê dike.

Nûçeyê bixwîne

Romana Şener Ozmen 'Xeyb' derket

Romana 'Xeyb' a nivîskar û hunermendê hunera hevçerx Şener Ozmen ji Weşanên Lîsê derket.

Nûçeyê bixwîne

Oz bi fîlmê ‘Zer’ li ser perdeya spî ye

Derhênerê kurd Kazim Oz bi fîlmê xwe yê nû a bi navê ‘Zer’ dê di 36’emîn Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê de derkeve pêşberî temaşevanan.

Nûçeyê bixwîne

Lîstikên ku Çehov nenivîsandine dê bên lîstin

Lîstikên Anton Çehov ên nehatine nivîsandin, dê di 6-7'ê Nîsanê de li Şanoya Bajêr a Amedê ji aliyê lîstikvanên îstanbûlîmproyê ve bên lîstin.

Nûçeyê bixwîne

Îro Cejna Akîtûyê ye

Cejna Akîtûyê ya ku ji dema asûr û babîliyan heta niha ji aliyê suryaniyan ve tê pîrozkirin, tê wateya destpêka serdema kar û barên çandiniyê. Seroka MEZO-DER'ê Tuma Ozdemir, hêvî kir ku Cejna Akîtûyê bibe sedema aştiyê.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 10 / 23