Jinan ji nivîskarên girtî re name şandin
Endamên BÎKG'ê ji nivîskar Asli Erdogan û zimanzan Necmiye Alpay ên girtî ne re nameyên piştevaniyê şandin.
Nûçeyê bixwîneEndamên BÎKG'ê ji nivîskar Asli Erdogan û zimanzan Necmiye Alpay ên girtî ne re nameyên piştevaniyê şandin.
Nûçeyê bixwîneQeyûmê ku tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin Midûriyeta Polîtîkayên Jinê fesh kir. Navenda Şewirmendiyê ya Jinê Amîda a ku ji bo jin û zarokan xebatê dimeşîne jî hat girtin.
Nûçeyê bixwîneEndama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fîkriye Aytîn, diyar kir ku KJA di qada cîhanê de bûye marka û wiha got: "Yên ji hêza jinê ditirsin KJA girtin. Em biryara girtinê nas nakin. Em dê xebatên xwe bi hêrsek mezin berdewam bikin."
Nûçeyê bixwîneŞervanên QSD'ê yên tevlî Pêngava Xezeba Firadê bûne, piştî rizgarkirina gundan bi hezaran sivîl dikişandin qadên rizgarkirî, hem kêfxweşiya şervanên Reqayî û hem jî hemwelatî hêjayê dîtinê bû. Ew dîmena ku jinên Minbicê çarşefa reş a ji ber tirsa DAIŞ'ê avêtibûn ser rûyê xwe veçirandibûn, li gundên Reqayê jî hat dîtin.
Nûçeyê bixwîneAktîvîsta BÎKG'ê Nîmet Tanrikulu, têkildarî êrîşên li dijî têkoşîna jinan axivî û diyar kir ku pêwiste jin bi dengê xurt zextên li dijî xwe îtîraz bike û wiha got: "Em di nava jiyanê de xwedî hêzek biçûk bin jî divê em dengê xwe yê îtîrazê bilind bikin. Em çiqas dengê xwe bilind bikin em dê ew qas bi hêz bibin."
Nûçeyê bixwîneJinên gundê Parmakkapi yên Payizava ya Wanê ku 4 mehan li zozanan bêrîvaniyê dikin, dema vedigerin gund jî bêrîvaniyê berdewam dikin. Di demsala zivistanê de jî li goman (gov) sewalan xwedî dikin û li dijî nexweşiyan bi dermanên xwezayê sewalên xwe diparêzin.
Nûçeyê bixwîneJinên Raqqayî yên ku ji ber zilm û zordariya DAIŞ'ê 3 sal berê reviyan û tevlî YPJ'ê bûn, niha di çepera herî pêş a Pêngava Xezeba Firatê de cih digirin. Jinên di eniya şer de cih digirin diyar kirin ku ew ê di kesayeta jinan de tola mirovahiyê ji DAIŞ'ê bigirin.
Nûçeyê bixwîne