Jîngeha Kedê

Krîzê pişta hemalan şikand

Ji mexdûrên krîza aborî hemal, li gel berf, qeşa û sermayê jî ji bo nan bibin mala xwe, temamiya rojê li bazara hemalan a li Taxa Bahçivanê ya navçeya Rêya Armûşê li benda kar radiwestin.

Nûçeyê bixwîne

Polaya Damascus bi destên hosta teşe digire

Teknîka Damascus (Şam) a ku qasî 500 lewhayêh pola datînin li ser hev û tê kutandin û li Rojhilata Navîn di sedsala yekemîn de şûrê herî bi qalîte encasan şeran diyar kirin li Meletiyê ji aliyê Yusuf Bayyîgît ve durî teknolojî wekî roja ewil tê bikaranîn.

Nûçeyê bixwîne

Ji KESK’ê li dijî îxrackirinan çalakiya rûniştinê

Ji bo endamên KESK’ê yên hatine îxraçkirin vê hefteyê li Amedê çalakiya rûniştinê hat pêkanîn. Serokê TUM BEL-SEN’ê Muhsîn Yanik bi bîranî ku li Amedê 440 endamên KESK’ê hatine îxraçkirin û ew ê tu caran serî netewînin.

Nûçeyê bixwîne

'Baca ku ji dewletê re tê dayîn dibe bombe û li kurdan dibare’

Prof. Dr. Azîz Konukman, diyar kir ku dewlet dibêje ‘baca ku hûn didin dibe rê, av û xizmet ji we re vegere’ û wiha got: “Lê çi vedigere? Dibe îşkence, TOMA û li gel dizivire. Me Gezî dît, dibe bombe û li kurdan dibarînin.”

Nûçeyê bixwîne

Bertekên li dijî qedexeya grevê: Karker naçin ser kar

Serokê Sendîkaya Yekbûyî yên Metal Îşê yê Îzmîrê Alî Çeltek, bertek nîşanî qedexeya Lijneya Wezîran a ji bo greva karkeran da û wiha got: “Kedkarên Schneîder Elektrîkê yên fabrîkeya Îzmîrê naçin ser kar.”

Nûçeyê bixwîne

Grev ne li ‘ewlehiya neteweyî’ li sermayeyê gefan dixwe

Karkerên Yekbûyî yên Metal Îşê ku bi hinceta “ewlehiya neteweyî” mafê wan ê grevê ji destê wan hat girtin, diyar kirin ku hikûmetê ew şaşwaz ne kirine. Sekreterê Giştî yê Perwerdeya Sendîkaya Metal Îşê Seyfettîn Gulengul, diyar kir ku ew ê li dijî biryara hatiye dayîn têbikoşin û grev gef ne li ‘ewlehiya neteweyî’ li sermayeyê dixwe.

Nûçeyê bixwîne

Karkerekî li Kocaeliyê jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Kartepe ya Kocaeliyê li şîrketa ARMETAL'ê karker Ramazan Karaçay jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyê bixwîne

Greva karkerên metalê hat qedexekirin

Greva ku ji aliyê Sendîkaya Yeketiya Metal-Îş’ê ku li 13 fabrîkayan 2 hezar û 200 karker tevlî bûn û vê sibê despê kir, bi hinceta “gefê li ewlehiya neteweyî dixwe” hat qedexekirin. Biryara qedexeyê demildest di rûpela mukerrer a Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Nûçeyê bixwîne

Çalakiya karkerên Sêrtê di roja duyemîn de didome

Karkerên kana madenê yên Koma Cinerê li dijî dûrxistina 400 karkeran ku duh dest bi çalakiyê kirin di roja duyemîn de çalakiya xwe berdewam dikin.

Nûçeyê bixwîne

2 hezar û 200 karkerên metalê dest bi grevê kirin

2 hezar û 200 endamên Senkîdaya Yeketiya Metal-Îş’ê dest bi grevê kirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 23 / 30