Jîngeha Kedê

Karkarên Kana Madenê yên Şîrwanê dest bi çalakiyê kirin

Karkerên Kana Madenê ya Şîrketa Koma Cinerê ya Şîrwanê, piştî 342 karker ji kar hatin derxistin, dest bi çalakiya rûniştinê ya bêdem kirin.

Nûçeyê bixwîne

KESK'ê rapora îhlalê aşkere kir

KESK'ê rapora îhlala mafên Sendikayî aşkere kir. KESK'ê di raporê de diyar kir ku 2 hezar û 522 endamên wan hatin îxrackirin û 71 kes hatin girtin. KESK'ê da zanîn ku gelek endamên wan sirgûn bûne û rastî zextan hatine.

Nûçeyê bixwîne

30 sal e li heman kolanê disekine

Mustafa Yol, bêyî guh bide germa havînê, sermaya zivsitanê û qelebalixiya trafîkê, tam 30 sal e li nav refuja kolanê li benda hin kesa ye ku bên û barê wan veguhêzîne.

Nûçeyê bixwîne

Hêjmara Betalan 6 milyon derbas kir

Li gorî daneyên TUİK'ê li Tirkiye hêjmara betalan 500 hezar kes zêde bûn û gihişt 3 milyon û 647 hezar kesan. Li gorî daneyên DİSK'ê jî hêjmara betalan gihişt 6 milyon kesan.

Nûçeyê bixwîne

Mamosteyê 30 sale kar dike: Em ê biserkevin

Mamoste Erdogan Canpolat ê 30 sal in mamoste ye û bi KHK’ya dawî hat îxraçkirin û di çalakiya 9 rojan de gelek caran hat binçavkrin, peyama “Ez hêvî dikin ku di dawiyê de em ê biserkevin” da.

Nûçeyê bixwîne

Karkerên Çînê anîn madena Şîrwanê

Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim, diyar kir ku piştî qezaya li Kana maedanan a girêdayî şîrketa Gruba Cînerê ku 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan, 450 karker ji kar hatin derxistin û li şûna wan 450 karkerên ji Çînê anîn hatine bicihkirin. Yildirim, da zanîn ku 150 karker bi fîîlî kar dikin.

Nûçeyê bixwîne

5 karker mirin jî dîsa hişyar nebûn

Li Êlihê, di salekê de ji ber sersariyên sektora înşeatê herî kêm 5 karker jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 20 karker jî birîndar bûn. Lê li gel vana hemûyan jî rayedar venêrîna tenduristî û ewlehiya kar nakin.

Nûçeyê bixwîne

KESK: Heqê mamosteyan ji 906 dolarî daket 628 dolarî

Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şaziye Kose, diyar kir ku her ku diçe karmend xizan dibin û keda wan tê xwarin. Kose, anî ziman ku di 15'ê Tîrmeha 2016'an de meaşê mamosteyekî 2 hezar û 628 TL ango 906 Dolarê DYA bû. Lê di 12'ê Çileya 2017'an de bi heman Tl dikarin 684 dolar bistînin û meaşê wan bê qîmet bûye.

Nûçeyê bixwîne

THY'ê gef li karkeran xwar

Rêveberiya THY'ê ji Sendîkaya Hava-Îşê xwest karker di sala 2017'an de zemê nexwazin û ger ku zemê bixwazin dê wan ji kar derxin.

Nûçeyê bixwîne

'Zêdebûna cînayetên kar ji ber bêcezakirinê ye’

Endamê Meclîsa ÎSÎG’ê yê Stenbolê Murat Çakir diyar kir ku di rapora dawî ya ÎSÎG’ê ku aşkera kirî de, di sala 2016’an de 1970 karkeran jiyana xwe ji dest daye û ji ber berpirsyaran hesab nedane cînayetên kar zêde dibin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 24 / 30