Jîngeha Kedê

DÎSK: Em ê ji bo pêşeroja karkeran bêjin ‘Na’

DÎSK’ê diyar kir ku peywira wan ewe ku di referandumê de ji guhertinên qanûna bingehîn re bêjin “Na” û wiha bang li karkeran kir: “Hûn ji kîjan partiyê bin bibin, em bi hevre ji Tirkiyeya ku vedigere dujeha karkeran re bêjin Na.”

Nûçeyê bixwîne

Karkerên Skylandê kar berdan

Nêzî hezar karkerên înşaeta Şandiyeya Skyland İstanbul ji ber şert û mercên xerab ên kar dest ji kar berdan.

Nûçeyê bixwîne

Êrîşê endamên KESK’ê kirin: 33 kes hatin binçavkirin

Polîsan êrîşê endamên KESK’ê yên ku ji bo endamên xwe yên hatine îxraçkirin li gelek navendan çalakiyan pêktînin kirin. Li Meletî 30 û li Enqereyê jî 3 sendîkavan hatin derpkirin û hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

'Ji bo me edalet xwest em girtin û zarokên me birçî hiştin'

Parêzerên ku bi karkerên madenê Gokhan Ayaydin û Volkan Çetîn ên ji ber xebatên xwe yên sendîkayê ji kar hatin avêtin û hatin girtin re hevdîtin pêk anîn, diyar kirin ku muwekîlên wan bi kiryarê qatlîama Someyê ve li heman girtîgehê tên girtin, herdu karkeran ji nameya ku ji girtîgehê şandin de jî ragihandin bi awayekî nehiqûqî hatine girtin bi vî rengî hevser û zarokên wan mehkumî birçîbûnê hatine kirin.

Nûçeyê bixwîne

Ji madena Zonguldakê heta madena Şîrvanê 'Na'

Karkerên Madenê ku di 5 salên dawî de nêzî 500 kesan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan diyar kirin ku ew ji Soma heta Zonguldak û ji wir heta Şîrvanê dibêjin "Na".

Nûçeyê bixwîne

Karkerê înşaetê di sir û sermaye de dixebitin

Paytextê siyaset û burokrasiya Tirkiye Enqere her çend bi brokrasî û polîtîkayê bê zanîn jî karkerên înşaetan ên li gel sir û sermaya zêde di nava şert û mercên zor û zahmet de dixebitin jî ne kêm in. Karkerên înşatê, ji bo debara malbata xwe bikin neçarin di nava sir û sermayê de kar bikin. Di nava karkeran de endezyarên ku zanîngeh xelas kirine û li vir wekî karkerên înşatê dixebitin jî hene.

Nûçeyê bixwîne

Di çile de 161karker mirin

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rapora meha Çile aşkere kir. Li gorî rapora ÎSÎG'ê li 50 bajar û 3 welatên cuda bi giştî 161 karkeran di qezaya kar de jiyana xwe ji dest dan.

Nûçeyê bixwîne

11 karkerên madenê ji kar hatin derxistin

Li navçeya Şîrwanê 11 karkerên Kana Madenê ya girêdayî Firmaya Park Elektrik a Koma Cinerê ji kar hatin dûrxistin.

Nûçeyê bixwîne

Sendîkavan bi erdê re kişandin û binçavkirin

4 endamên KESK'ê yên bi biryara KHK’ê ji peyvirê hatin girtin ên 23 rojin ji bo parastina mafê xwe çalakiyê pêk tînin, dîsa rastî mudaxaleya polîsan hatin. Polîsan 4 sendîkavan li gel 3 kedkarên ku piştgirî dan çalakiya wan hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Roja dest bi kar kir bû qurbanê cinayeta kar

Karker Alî G. li Şantiyeya ALTAŞ MERMER a girêdayî BAYSAŞ'ê di roja dest bi kar kir de qezaya kar derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 21 / 30