Jîngeha Kedê

Piştî facîaya li Sêrtê 200 karker ji kar avêtin

Li navçeya Sîrwanê ya Sêrtê piştî li Kana Madenê ya Koma Cînerê hezan pêk hat û 16 karker di bin hezanê de mirin, 200 karkerên kanê ji kar dûr xistin.

Nûçeyê bixwîne

Komuna tenûrê balê dikişîne

Nanê tenûrê yên jinên Hezoyî bi awayekî komunalî çêdikin rastî eleqeyeke zêde tên.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo têkoşînê dê qada hevpar ava bikin

Wezareta Enerjiyê û rêveberiya TPAO piştî TP arizî kir û dewrî TPİC’ê kir, sendîkaya karkerên petrolê ket nava hewldana têkoşînê. Serokê Sendîkaya Petrol-Îş'ê Şeyhmus Kaygusuz, diyar kir ku ew vê pêkanînê qebûl nakin û dê li dijî vê ferasetê qada hevpar a têkoşînê ava bikin.

Nûçeyê bixwîne

Berî dadgehê biryar dan

3 karkerên piştevaniya çalakiya gundiyan a li dijî Polyak Maden A.Ş'yê kirin, hatibûn girtin; bêyî dadgeh biryarê bide ji aliyê şîrketê ve hatin dûrxistin.

Nûçeyê bixwîne

Endamên BES'ê: Em ê têkoşînê xurt bikin

Endamên Şaxa BES'ê ya Îzmîrê yên bi KHK'ya dawîn hatin îxrackirin, dest nîşan kirin ku îxrackirin planeke îmhakirina topyekûn e û gotin, divê ji bo têkoşînê mirov dakeve kuçeyan.

Nûçeyê bixwîne

Midye dibe debara malê

Li Tarlabaşiyê, jinên li jêrzemînên malên xwe li gel zor û zehmetiyan mîdyeyan çêdikin û debara malê dikin. Mîdyeyên amade dikin an hevjînên wan an jî zarokên wan difiroşin.

Nûçeyê bixwîne

Di kanûnê de 141 karker mirin

Meclîsa ÎSÎG'ê rapora meha kanûnê ya cînayetên kar aşker kir û diyar kir ku di meha kanûnê de herî kêm 141 karkeran di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. ÎSÎG'ê destnişan kir ku di sala 2016'an de hezar û 970 karkeran jiyana xwe ji dest dan û di serdema OHAL'ê de ev hêjmar ji sedî 9 zêde bûye.

Nûçeyê bixwîne

KESK’ê û TMMOB’ê bertek nîşanî îxraca Wezareta Çandiniyê da

KESK û TMMOB’ê bertek nîşanî îxraçkirina 41 endamên wan ên ji aliyê Wezareta Çandîn û Sewalkariyê ve hatine kirin da û diyarkirin ku ji kar durxistin operasyonên bêdengkirinê yên li dijî wanin.

Nûçeyê bixwîne

Di nava berf û bahozê de Şivaniyê dikin

Li gundê Tiloran ê Geverê şivanên ku berbanga sibehê heya danê êvarê li ber pez dimînin, li gel berf û sermayê, bi lawjeyan li ber agirê germ dibin û tehma bihevrebûna jiyana xwezayî digirin.

Nûçeyê bixwîne

TUM BEL-SEN: Li şaredariyan endamê me rastî pêkûtiyan tên

TUM BEL- SEN'ê diyar kir ku, li 51 şaredariyên DBP'î yên qeyûm tayînî wan hat kirin, endamên wan rastî pêkûtî û çewisandinan tên û ev agahî dan: "497 karmend hatin îxrackirin, 150 ji peywirê hatin dûrxistin û her wiha peymana 130 karkerî jî nehatiye nûkirin." Serokê Giştî yê Sendikayê Omer Salih Erol, li dijî çewisandin û pêkûtiyên qeyûman ên li hemberî endamên wan bertek nîşan da.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 25 / 30