Polîtîka

Lijneya Rêveberiya Navendi ya HDP'ê diyar bû

HDP'e piştî kongreya xwe ya awarte pêk anî, Meclîsa HDP'ê di serokatiya Heveroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay de kom. HDP'ê piştî civînê Lijneya Rêveberiya Navendî diyar kir.

Nûçeyê bixwîne

14’ê Mijdara 2016: Navê wê carekdin nayê gotin
28’ê Gulana 2017: Me piçek darbe lê da

Suleyman Soylu piştî li ser kursiya Wezareta Karên Hundir rûnişt got “PKK nîsanê nabîne û navê wê carek din nayê gotin” duh li Tendûrekê bi leşkeran re paşîva xwar û wiha got: “Me piçek darbe li terorîzmê da.”

Nûçeyê bixwîne

Berrîn Sonmez: 28'ê Sibatê bi AKP'ê ve didome

Berrîn Sonmez a ku yek ji mexdûrên 28'ê Sİbatê ye diyar kir ku AKP ji aliyê kadroyên ku di 28'ê Sibatê de hatine teslîmgirtin ve hatiye avakirin û wiha got: "Dema ku digotin 28'ê Sİbatê dê hezar salan berdewam bike em gelekî aciz dibûn. Niha AKP vê didomîne. Beşên oldar hêdî hêdî hînî nebaşiyan kirin."

Nûçeyê bixwîne

Kaya yê CHP'î: Em dikarin pêşerojekî bi hevre biafirînin

Ji endamên MP a CHP'ê Yildirim Kaya ku partiya wan der barê rakirina destnedayînên paralementeran de gelek tê rexnekirin îdia kir ku girtina HDP'iyan bi rakirina destnedîyanan ve girêdayî nîne û wiha got: "Divê ji paşerojê asê nemînin û pêşerojêke bihevre biafirînin."

Nûçeyê bixwîne

Cezayê şermezarkirinê da Fikri Saglar '

Parlamenterê CHP'ê yê Mêrsînê Fîkrî Saglar ku sewqî dîsîplînê hatibû kirin rastî cezayê şermezarkirinê (Lomekirinê) hat.

Nûçeyê bixwîne

Buldan: Heta bi Birêz Ocalan re hevdîtin neyê kirin pêvajoyeke nû dest pê nake

Endama Heyeta Îmraliyê û Serokwekîla Meclîsê Pervîn Buldan nirxandina "Di pirsgirêka kurd de şerta vegera pêvajoya muzakereyê jinû ve destpêkirina hevdîtinên bi Birêz Ocalan re ye. Bêyî ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin dest pê neke, pêvajo jixwe dest pê nake. Em jî vê qebûl nakin, gelê kurd jî qebûl nake" kir.

Nûçeyê bixwîne

Onder: Hikûmet polîtîkayên xwe li ser tirsa Geziyê amade dike

Sirri Sureyya Onder, diyar kir ku hikûmet piştî Geziyê hemû polîtîkayên xwe li ser tirsa Geziyê amade dike. Onder, da zanîn ku herî zêde HDP’ê Gezî fêm kir û wiha got: “Serkeftina 7’ê Hezîranê serkeftina Geziyê bû.” Her wiha ji bo pêvajoya çareseriyê jî ev tişt anîn ziman: “Bila li tu kesî bendewariya ku dê pêvajo dest pê bike an jî dest pê kiriye peyde nebe. Ev bi temamî nêzîkatiyeke xapxapî ye û hedefa wê ew e ku zemîna têkoşîn û daxwazê lawaz bike."

Nûçeyê bixwîne

Sariyildiz: Parlamenteriya me bixin jî dê mîsyona me bidome

Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz têkîldarî hewldanên xistina parlamenteriya wan nirxandina "Em îradeya gelê xwe temsîl dikin. Ger ku parlamenteriya me bixin jî dê mîsyona me berdewam bike" kir.

Nûçeyê bixwîne

Erdogan: Cizîr û Gever dê bibin bajar

Serokomar TayyîpE rdogan daxuyaniya "Şirnex dê veguhere Cizîrê, Colemêrg jî veguhere Geverê. Hûn matmayî bimînin ku Şirnex û Colemêrg çawa kirine bajar" da.

Nûçeyê bixwîne

Wekîltiya Sariyildiz û Hezer dê li Komîsyonê bê dîtin

Dîwana Serokatiya Meclîsê ji bo ku parlamenteriya Tugba Hezer û Faysal Sariyildiz ên HDP'ê bê xistin dosyaya paralementeran sewqî Komîsyona Têkel kir.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 18 / 77