Polîtîka

Kaboglu: OHAL mexdûran zêde dike bawerî bi hiqûqê lawaz dike

Profesorê Qanûna Bingehîn Îbrahim Kaboglu li ser rewşa OHAL'ê ya niha û salên 90’an pirtûk çap kir. Kaboglu, anî ziman ku OHAL her diçe mexdûran zêde dike û baweriya bi hiqûqê lawaz dike.

Nûçeyê bixwîne

HDP’ê biryara xwe da: Hevseroka nû Serpîl Kemalbay e

HDP ku sibê kongreya xwe ya awarte pêktîne diyar kir ku dê li şûna Fîgen Yuksekdag a ku parlamenterî û endamtiya wê hatiye xistin Serpîl Kemalbay bibe hevserok.

Nûçeyê bixwîne

‘Polîsê pifker’ di rojeva Meclîsê de ye

Operasyonên polîsan ên bi gotina “Em ê bêjin fînansekirina terorê pifbikin” ku di dosyaya lêpirsînê de hatin jibîrkirin anîn rojeva Meclîsê. Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim wiha got: “Bi dosyayên ku li ser stêrnasî û falan hatiye çêkirin li dijî partiya me qirkirina siyasî didin meşandin.”

Nûçeyê bixwîne

'Demildest divê eniyeke demokrasiyê bê avakirin'

Hevberdevkê SODAP'ê Ersin Çatalkaya, dest nîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakiyî yên Tirkiyeyê divê eniya muxelefeteke demokratîk bê avakirin û wiha got: "Divê em muxalefeteke hîn hêzdartir a ku dikaribe polîtîkayên AKP'ê deşîfre bike ava bikin. Demildest divê eniyeke demokrasiyê bê avakirin."

Nûçeyê bixwîne

Baskin Oran: Beriya serdana DYA'yê ji Erdogan re gotin neyê

Çapemeniya nêzî hikûmetê serdana Erdogan a DYA'yê bi metafora "Noqte danî" li manşetan bi cih kiribû. Lê Prof. Dr. Baskin Oran ji bo vê wiha got: "Li holê hevok tune ye ku noqte hebe." Oran, dest nîşan kir ku beriya serdanê "peyama neyê" dane Erdogan, lê belê Erdogan sirf ji bo "meşrûiyetê îthal bike û wêne bikşîne" serdan pêk aniye.

Nûçeyê bixwîne

Gelo hikûmetê nehîşt raporên CPT'ê bê aşkerakirin?

Rapora ku par CPT'ê têkîldarî girtîgehên Tirkiyeyê amade kiribû hate îdiakirin ku Tirkiyeyê nehiştiye bê aşkerakirin. Parlamnetera HDP'ê Meral Daniş Beştaş ev îdia ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag pirsî.

Nûçeyê bixwîne

Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy: Pişta Erdogan mizdan

Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê û berpirsiyarê polîtîkayên derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, diyar kir ku Erdogan destvala ji DYA vegeriya. Ozsoy, anî ziman ku DYA ji bo Erdogan rewşê bi ferikîne pişta wî mizdaye û wiha got: "Ger ku Erdogan bi Rojava re hevdîtin kiribûya dê neketa vî halî."

Nûçeyê bixwîne

Dengîr Mîr Firat: Tirkiye negişt trêna kurdan

Sazumankarê AKP'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Dengir Mir Mehmet Firat, ziyareta Erdogan a DYA'yê wekî "bêhnoka dirêjkirî" pênase kir û anî ziman ku polîtikayen Tirkiye yên li herêmê bi ser nakevin. Firat, anî ziman ku Tirkiye negihişt ser trêna kurdan û ji dest revandin. Firat, der barê kongreya AKP'ê de jî anî ziman ku li şûna demokratîkbûnê dê bêçareserî pêş bikeve.

Nûçeyê bixwîne

Faruk Unsal: AKP bi muxatabên xeyalî re li çareseriyê digere

Parlamenterê AKP'ê yê berê û Serokê MAZLUMDER'ê yê berê Ahmet Faruk Unsal, diyar kir ku kongreya AKP'ê dê muxatabê xeyalî ava bike û wiha got: “Muxatabên siyasî HDP û PKK ye. Bi muxatabên xeyalî çareseri pêk nayê. Pêşketinên li Rojava dê polîtîkayên Tirkiye yên li hemberî kurdan biguherîne.

Nûçeyê bixwîne

Gunay: Biratî, aştî û edalet dê bi yekîtiya me pêş bikeve

Cîgirê Serokê Malên Gel Nuri Gunay, diyar kir ku hikûmetê rêwatiya xwe winda kiriye û wiha got: "Aştî, biratî û edalet bi xurtkirina yekîtiya me ve girêdayî ye. Em di eniya 'Na'yê de yekîtiya xwe bêtir xurt bikin."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 20 / 77