Polîtîka

Guven: Kurdan ji hikûmetê re got 'Na' ji xweseriya demokratîk re got 'Ere'

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di civîna HDP, DBP, TJA û KCD'ê de diyar kir ku di vê referandumê de kurdan ji polîtîkayên hikûmetê re got "Na" û ji rêveberiyên xweseriya demokratîk re got "Erê."

Nûçeyê bixwîne

Bîlgen: Ji bo aştiya civakî firsenda mezin ketiye dest

Parlamenterê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bîlgen, têkildarî encama referandumê peyam şand û diyar kir ku ji bo pêş bikeve divê kêmasiyan temam bikin û li karê pêş xwe binerin. Bilgen, da zanîn ku ji bo aştiya civakî firsenda mezin ketiye destê wan.

Nûçeyê bixwîne

CHP: Pêwîst be em ê xwe ji meclîsê vekişînin

Berdevka CHP'ê Selîn Sayek Boke têkîldarî biryara qebûlkirina denên bêmohr ên di referandumê de hatin bikaranîn daxuyaniya "CHP çi bikev li ser milê wî dê bike pêwîst be em ê xwe ji meclîsê vekişînin."

Nûçeyê bixwîne

Danişîna Yuksekdag hate taloqkirin

Danişîna Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag a li Wanê hate dîtin, taloqî 4'ê tîrmehê hate kirin.

Nûçeyê bixwîne

Baydemîr: Kurd di bin siya çekan de çûn sandoqan

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr balkişand ser gotina Berdevkê Hikûmetê Nûman Kurtulmuş a wekî, "bêyî siya çekan hebe gel çûye ser sandoqan" û wêneya kesên li ser sandoqan bi çekan poz dayîn nîşan da. Baydemîr anî ziman ku kurdan mirin girtiye ber çavên xwe û ji bo azadî, aştî û edaletê di bin siya çekan de çûne ser sandoqan.

Nûçeyê bixwîne

Wezîrê berê Gunay: Bloka îktîdarê bi vê encamê bi ser neketiye

Wezîrê berê Ertugrul Gunay, ji bo îktîdarê encamên referandûmê wek neserketinbûnê pênase kir. Gunay, destnîşan kir ku hiş û aqilekî wek li herêmê piştevaniya AKP'ê zêde bûye nişan didin û wiha got: "Ev li dijî rewşa giştî ya dengên herêmê û vîna gel bêhurmetiyek e."

Nûçeyê bixwîne

Şîmşek: Kurd xwedî li pergala hevserokatiyê û jiyana wekhev derketin

Wekîla Hevserokên Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şîmşek, anî ziman ku şaîbe daxilî referandûmê bûye û got, li gel vê jî gelê kurd xwedî li pergala wan a hevserokatiyê û jiyana wek hev derketiye.

Nûçeyê bixwîne

Daxuyaniya DYA'yê ya ji bo referandûmê: Me endîşeyên RHEE'yê qeyd kirin

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYA'yê Mark Toner, daxuyand ku ew li benda rapora dawî ya AGÎT'ê ne.

Nûçeyê bixwîne

Wezîrê berê Konca: Divê sindoqên hilbijartinê bên parastin

Wezîrê Yekîtiya Ewropayê û parlamenterê HDP'ê yê berê Alî Haydar Konca, têkîldarî referandumê diyar kir ku ev guhertin di darê hiqûqa qanûna bingehîn de handîkapek e û bi gotina "Divê mirov biçin ser sindoqan, da şansê derketina 'Erê' kêm bibe. Teqez divê sindoqên hilbijartinê bên şopandin û parastin" vê ji banga çûyîna li ser sindoqan û parastina sindoqan kir.

Nûçeyê bixwîne

Peyama Yuksekdag a ji bo referandumê: Ji bo Na biçin ser sandoqan

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi peyama "Her dengê Na ji bo îro heta pêşerojê bila bibe dengê me, mohra me ya li dîrokê hatiye dan" bang li hemû kesan kir xwest biçin ser sandoqan û bibêjin "Na".

Nûçeyê bixwîne

Rupel 28 / 77