Polîtîka

Tûra yekemîn a hilbijartinên serokomariyê ya Fransayê bi encam bû

Tura yekemîn a hilbijartinên serokomariyê ya Fransayê bi dawî bû. Di tûra yekemîn de Emmanuel Macron û Marine Le Pen bo tûra duyem a hilbijartinan serkevtin bi dest xistin.

Nûçeyê bixwîne

PDK û YNK'ê li ser referandumê li hev kirin

Civîna YNK û PDK’ê ya têkildarî referandûma erêkirina serxwebûna Herêma Kurdistanê ku li Pîrmamê pêk hat, bi dawî bû. PDK û YNKê li ser pêkanîna komîteyekê bo diyarkirina dema referandumê li hev kirin.

Nûçeyê bixwîne

Koçyîgit: Guh bidin dengê 'Na'ya kolanan

Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, di civîna meclîsa giştî de axivî û ji hikûmetê xwest ku guh bide "Na"ya kolanan û wiha got: "Dengê 'Na'ya ji kolanan bilind dibe dê Tirkiye azad bike.

Nûçeyê bixwîne

Tanrikulu: Hilbijêrên kurd ji projeveya tê ferkirin re got Na

Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu têkîldarî nîqaşên ku li ser encamên referandumê tê kirin nirxandina "Ez şahidê pêkûtiyên li herêmê me, hilbijêrên kurd ji projeveya tê ferkirin re got Na" kir.

Nûçeyê bixwîne

HDP encamên referandumê dinirxîne

Meclîsa Partiyê ya HDP'ê ji bo encamên referandumê binirxîne civiya. Di civînê de daneyên di destê HDP'ê û yên YSK û AA'yê bînin ber hev û li ser vê nirxandin û şîrove bê kirin.

Nûçeyê bixwîne

Erdogmuşê ANAP'î: Divê tu kes kurdan neke hevparê xêr û gunehên vê pergala nû

Parlamenterê ANAP'ê yê berê Abdulbaki Erdogmuş, têkîldarî referandum û guhertina qanûna bingehîn diyar kir ku çawa ku di 1920'an de avakirina pergalê de li hemberî kurdan listikên mezin hatin lîstin, niha jî tên lîstin û wiha got: "Di vê pergala nû de ne xêra kurdan û ne jî gunehê wan tê de heye, divê tune be jî."

Nûçeyê bixwîne

CHP dengên 'bêmohr' dibe Şuraya Dewletê

CHP, têkîldarî biryara YSK'ê ya ku pusulayên bêmohr daxuyan dê serî li Şuraya Dadgehê bidin.

Nûçeyê bixwîne

Baydemîr: Dê ji Evren xirabtir derbasî dîrokê bibin

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr ê rapora binpêkirinan a referandumê ya HDP'ê aşkera kir wiha got: "Ji ber ku di dîroka komarê de hilbijartina herî bi guman kirine dê ji Evren xirabtir derbasî dîrokê bibin."

Nûçeyê bixwîne

'Polîtîkaya zilmê hatiye şikandin'

Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Salîh Cuma Pîr, di qunciknivîsa xwe de encama referandumê nirxand û diyar kir ku gel bi berxwedanê zilm şikandiye. Pir, da zanîn ku gel tevî hemû cureyên zilmê li qadên xweseriyên demokratîk lê hatin îlankirin gotin "Na" û li Kurdistanê dengê "Na" bi ser ket.

Nûçeyê bixwîne

HDP: Heta ku civak nebêje qediyaye, ev kar naqede

Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Nadir Yildirim, bersîv da gotina Serokomar Erdogan a "Ev kar qediyaye" û got: "Heta ku civak nebêje qediyaye, ev kar naqede."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 27 / 77