Buldan: Wezareta Dadê wekî kor û keran tevdigere
Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan, têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin axivî. Buldan, diyar kir ku Wezareta Dadê wekî kor û keran tevdigere
Nûçeyê bixwîneParlementera HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan, têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin axivî. Buldan, diyar kir ku Wezareta Dadê wekî kor û keran tevdigere
Nûçeyê bixwîneÇalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgehan di roja 58'a de berdewam dike. Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek, diyar kir ku pêkanînên li ser girtiyan tê meşandin li dijî Peymana Mafên Mirovan a Gerdûnî ye. Şimşek, anî ziman ku grev li dijî komkujiya li jêrzemînan e.
Nûçeyê bixwîneBerdevkê HDP'ê Osman Baydemir, diyar kir ku ew di şert û mercên "rêveberiya awarte" de kampanyaya xwe bi rê ve dibin û li gel her tiştî jî "Na" bi ferqeke zêde li pêş e. Baydemir, anî ziman ku dê bi "Na"yê re deriyên nû vebibin, xwest tu kes nebêje "Dengekî min heye, ma dê çi bibe" û banga çûyîna ser sindoqan li her kesî kir.
Nûçeyê bixwîneParlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureya Onder têkildarî astengiyên li pêş xebatên "Na" û koalîsyona AKP'ê û MHP'ê diyar kir ku partiyen herî dijberî hev dema mijar dibe kurd di eniyekê de dibin yek û li dijî kurdan şer îlan dikin. Onder, anî ziman ku koalîsyona şer bi "Erê" dewlet dîl girtiye û dixwazin bi tirsê dîl bigirin û têxin xizmeta xwe.
Nûçeyê bixwîneHîndekarê Zanîngeha Gaziyê Haydar Çakmak anî ziman ku, ew ne di wê qenaetê de ye ku dê DYA û Rûsye ji ber meseleya Sûriyeyê bi hev re şer bikin û wiha got: "DYA, ji ber bi Îsraîlê re li hev nekir, êrîşî Esad kir."
Nûçeyê bixwîneSerok û berdevkên partî û saziyên Kurdistanî yên li Amedê li dijî gotin û gefên Erdogan û hikûmeta AK Partiyê yên li hember daliqandina ala Herêma Federal a Kurdistanê bertek nîşan dan û daxuyaniya Erdogan a li hember alê wek durûtiyê nirxandin.
Nûçeyê bixwîneParlamenterên HDP'ê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder bi Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag re hevdîtin hêk anîn. Di hevdîtinê de têkîldarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û binpêkirinên ku diqewimin pêşniyar ji Bozdag re hatin pêşkêşkirin.
Nûçeyê bixwîneParlamenterê HDP'ê Ayhan Bîlgen ê girtî ye bi nameya ku nivîsand ve ji bo aqlê selîm û aqilê hevpar bangawazî kir û wiha got: "Paketa heyî berfirehtir e û ji ber vê yekê jî dê bi xwe re poşmaniya ku telafiya wî tuneye bîne."
Nûçeyê bixwîneParlamentera Serbixwe ya Enqereyê Aylin Nazliaka, bang li hilbijêran kir ku li sindoqan xwedî derkevin û biçin ser sindoqan. Nazliaka, wiha got: "Em pir nêzî serkeftinê ne. Em pir nêzîk in ku ji sindoqan "Na" derkevin.
Nûçeyê bixwîneAlîgirê Hevserokatiya Giştî û Berpirisyarê Aboriyê yê HDP'ê Sezayê Temelli, diyar kir ku referandûma 16'ê Nîsanê ji bo rawestandina rewşa aborî girîng e û dê rejîma yekzilamî welat ber bi îflasê ve bibe.
Nûçeyê bixwîne