Polîtîka

Yuksekdag: Operasyon ji bo astengkirina 'Na'yê ye

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, têkildarî operasyonên binçavkirin û girtinan peyam şand û diyar kir ku bi van operasyonan dixwaze "Na" asteng bike û nikare bi van operasyonan pêşiya "Na" bigire û ev operasyon nabin çareseriya tirsa îktidarê.

Nûçeyê bixwîne

Kerkukî dê qedera Kerkukê diyar bikin

Nerazîbûnên hikûmet û Serokomarê Tirkiye yên li di dijî hildana ala Kurdistanê ya li Kerkukê didomin. Li aliyê din HDP'ê diyar kir ku gelê Kerkukê dê qedera Kerkukê diyar bikin.

Nûçeyê bixwîne

HDP'ê ji bo Îdlibê bang li saziyên navneteweyî kir

Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, têkildarî îdîayên êrîşên çekên kîmyewî yên li dijî Îdlibê bang li saziyên navneteweyî kir û xwest hesap bipirsin.

Nûçeyê bixwîne

'Kurd dê di 16'ê Nîsanê de bersiva wan bidin'

Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, gotinên Serokomar Erdogan ên li mîtînga Amedê nirxandin. Başaran, diyar kir ku di 2 salên dawî de gelê kurd rûyê AK Partiyê dîtiye û got, dê di 16'ê Nîsanê de bersiva wan bide.

Nûçeyê bixwîne

Saglar: Vê carê AKP nikare bixapîne

Parlamenterê CHP'ê Fikrî Saglar, diyar kir ku krîza ku îktîdarê ava kiriye nikare bi rêve bibe û wiha got: "Îktidarê wisa hevsengiya xwe winda kiriye êdî kesên ku dibêjin "Na" polîsan dişînin ser wan. Wisa xuya dibe ku êdî AKP nikare tu kesî bixapîne.

Nûçeyê bixwîne

Bîlgen ji Serokatiya Meclîsê daxwaza mutalaaya hiqûqê kir

Parlamenterê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bîlgen, têkildarî girtina xwe daxwazname ji serokatiya Meclîsê re şand. Bîlgen, têkildarî xala ku li îdîanameyê zêde kirine û di fezlekeyên ji meclîsê re hatine şanidin de tune ye ji Serokatiya Meclisê xwest ku mutalaaya hiqûqî amade bike û pêşkêşî Wezareta Dadê bike.

Nûçeyê bixwîne

Mîr Mehmet Firat: Dengê 'Na' dê dawiya AKP'ê bîne

Sazumankarê AKP'ê û parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Dengir Mir Mehmet Firat, têkildarî referandumê sekna kurdan diyar kir ku kurd di vê referandûmê de rolek diyarker dilîzin û rêjeya "Na" derkeve zêdetir e. Firat, anî ziman ku Na derkeve dê hilweşîna AKP'ê dest pê bike.

Nûçeyê bixwîne

Turmen: Em sura bayê 'Na' di ekranê de nebînin jî li pişt stuyan dibînin

Sazumankarê DÎB'ê Riza Turmen, êrîşên li dijî kampanya “Na" civîna çapemeniyê pêk anî û wiha got: “Gel tevgera 'Na' di ekranan de nebîne jî her dem jî her tem sura vî bayî li pişt stuyê xwe hîs dike."

Nûçeyê bixwîne

Ji DBP'ê têkîldarî cezayên li siyasetmedarên kurd hatiye birîn: AKP dosyayên FETO didomîne

DBP, tekîldarî biryara “Doza KCK’ê” ya bi hezaran sal li siyasetmedarên kurd hate birîn bi gotina "AKP dosyayên FETO didomîne" nerazîbûn nîşanda û dan zanîn ku ew biryarê nas nakin.

Nûçeyê bixwîne

Serokê CHP'î: Demirtaş di 7'ê Hezîranê de Erdogan têk biribû

Serokê CHP'ê yê Amedê Mehmet Sayin, anî ziman ku Serokomar Erdogan dubare berê xwe daye hilbijêrên kurd û wiha got: "Dê vê bêdengiya kurdan li ser sindoqan bipeqe." Her wiha Sayin, îdia kir ku dê li Amedê ji sedî 85 "Na" derkeve û got, Demirtaş di 7'ê Hezîranê de bi dirûşmeya "Em ê te nekin serok" Erdogan têk biribû.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 30 / 77