Polîtîka

HDP: Em dixwazin heman gotinan di daxuyaniya hevpar de jî bibîhîzin

Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim daxuyaniyên Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesût Barzanî ku dê îro bê Tirkiyeyê ya ji bo serbest berdana parlamenterên HDP’ê nirxand û diyar kir ku ew heman bangawaziyê dixwazin di daxuyaniya hevpar a bi rayedarên Tirkiyeyê de jî bibîhîzin.

Nûçeyê bixwîne

Gurkan: Dixwazin HDP'ê ji siyasetê dûr bixin

Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, diyar kir ku armanca xistina parlementeriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag ewe ku HDP'ê ji siyasetê dûr bixin. Gurkan, anî ziman ku ji bo 'Erê' ji sindoqan derkeve AK Partî serî li her cure hîlekarî û êrîşan dide.

Nûçeyê bixwîne

Erdogan diçe Rûsyayê

Serokomar Tayyîp Erdogan dê di 9-10’ê Adarê biçe Rûsyayê û hevdîtinan pêk bîne.

Nûçeyê bixwîne

HDP’ê Osman Baydemir wekî berdevk hilbijart

Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP'ê, piştî Berdevkê Koma HDP'ê Ayhan Bilgen hat girtin, li şûna wî Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemir hilbijart.

Nûçeyê bixwîne

Partiyên kurdistanî: Pêşnûmaya Qanûna Bingehîn kêrî kurdan nayê

Partiyên kurdistanî, diyar kirin ku pêşnûmaya guherandina Qanûna Bingehîn a bi tevkariya AK Partî û MHP'ê hatiye amadekirin, gelê kurd nas nake û dê bi tu awayî bi kêrî kurdan neyê.

Nûçeyê bixwîne

Barzanî dê yekşemê Serokomar Erdogan ziyaret bike

Li gorî çavkaniyên Herêma Kurdistan a Federal, dê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mezut Barzanî roja 26'ê Sibatê yekşemê li Stenbolê Serokomar Tayyip Erdogan ziyaret bike.

Nûçeyê bixwîne

‘Tirkiye ji bo têkeve çavê Trump bi Îranê re dikeve pêşbirgê'

Pisparê têkiliyên navneteweyî Doç. Dr. Hakan Guneş, bal kişand ser rageşiya di navbera Tirkiye û Îranê de û diyar kir ku Tirkiye ji bo têkeve çavê Trump û beşdarî operasyona Reqqa bibe bi Îranê re dikeve nava hiqaşan û pêşbirgê.

Nûçeyê bixwîne

Raportor Katî Pîrî: Her cara ku em tên rewş xiraptire

Raportorê PE yê Tirkiyeyê Katî Pîrî ku li Enqereyê hevdîtinan pêk tîne diyar kir ku her cara ew tên bi rewşek xiraptir re rû bi rû dibin û wiha got: “Ji Yekîtiya Ewropaye re behs yekgirtinê kirin ne raste.”

Nûçeyê bixwîne

YE: Ceza Yuksekdag û Demirtaş fikarên me zêde dike

Yekîtiya Ewropa (YE), têkildarî xistina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag û 5 meh cezayê li Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş hatiye birîn diyar kirin ku ev nêzîkatî fikarên wan zêde dike.

Nûçeyê bixwîne

Wezîrê berê Halis: Bi zilma li kurdan Tirkiye paşve diçe

Wezîrê berê Ziya Halis, diyar kir ku bi zêdebûna çewisandina li ser HDP û tevgera kurd, Tirkiye ber bi serdemeke tarî ve tê kişandin û wiha got: "Riya aqil ew e ku, di referandûmê de li dijî vê rêveçûnê gotina 'Na' bi hêz bikin'

Nûçeyê bixwîne

Rupel 39 / 77