Aborî

Derman û muayine zem bû

Buhayê îlac û muayineyan di navbera 20 û 60'an de zem bû. Sendîkaya Karsazên Eczaneyan, bertek nîşan da û xwest li ser wan zem pêş nekeve.

Nûçeyê bixwîne

Penêrê bi giha êdî wekî nan û avê nayê firotin!

Esnafên ku penêrên bi giha difiroşin bi gotina "wekî dibêjin penêr mîna nan û avê tê firotin, di van rojan de wisa nayê firotin" rewşa xwe ya heyî anîn ziman û gotin ku ew li ber îflasê ne.

Nûçeyê bixwîne

Cotkar li ber îflasê ne

Cotkarên edeneyî diyar kirin ku, heke bêîstikrariya aborî ya li Tirkiyeyê bidome, ew ê li nav zeviyên xwe nikaribin karê çandiniyê bikin û gotin, ew li ber îflasê ne.

Nûçeyê bixwîne

Esnafên ÎSTOÇ'ê: Aborî wekî nepoxê li ber teqandinê ye

Yek ji navendên aboriya Stenbolê ya girîng jî ÎSTOÇ e. Ji ber pêldariya aboriya Tirkiyeyê, esnafên ÎSTOÇ'ê rastî rojên zor û zehmet tên. Esnafên ku westdariya aboriyê şibandin nepoxê û anîn ziman ku li ber teqandinê ye wiha axivîn: "Helbet em li benda rûxandinekê ne, ber bi hundur ve rûxandinek heye. Ji bo mirov vê nebîne, divê ehmeq be."

Nûçeyê bixwîne

Krîza şer û aborî deriyên Heskîfê girtin

Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên şer û pirsgirêkên aborî serdana şûnwarên dîrokî nayê kirin û girêdayî wê sektora turîzmê jî rawestiya ye. Li navçeya dîrokî ya Heskîfê jî, ji ber vê yekê hemû çalakiyên turîzmê rawestiyane. Esnafên navçeyê ku nikarin kar bikin, diyar kirin ku ji ber vê qirîzê hatine asta topavêtinê.

Nûçeyê bixwîne

Commerzbank: Aboriya Tirkiye têk diçe

Commerzbanka Almanî têkildarî aboriya Tirkiyeyê de raportek amade kir û got: "Aboriya Tirkiyeyê têk diçe"

Nûçeyê bixwîne

Ji bo welatî dolarên xwe hûr bikin, hikûmet serî li hemû rêyan dide

Hikûmet û Serokomar ji bo welatî dolarên xwe hûr bikin serî li rêbazên balkêş didin. Serokomar û hikûmet bi rêya otobusên nav bajêr ên Enqereyê nivîsa "Kî 100 dolarên hûr bike û fatûreya wê bîne, dê belaş li otobûsê siwar bibe" dixwaze welatî dolarên xwe hûr bikin.

Nûçeyê bixwîne

Esnafên kolana dîrokî îflas dikin

Kolana Havra ya dîrokî, esnafên kolanê ji ber qeyrana aborî hatin asta îflasê û derabayên dikanên xwe digirin. Esnafan diyar kirin ku îsal êdî zerar dikin û dikanên xwe digirin.

Nûçeyê bixwîne

Welatiyan hêviya xwe bi piyangoyê ve girêda

Ji ber rewşa aborî ya Tirkiyeyê û zêdebona betaliyê ya her diçe zêde dibe, yên tiştên hêvî dikirin bi dest nexistin, niha jî hêviya xwe bi piyangoyê ve girê dan.

Nûçeyê bixwîne

Esnaf heta qirikê di nav deynan de ne: 347 kargeh derebeyên xwe daxistin

Li Êliha ku ji ber pêvajoya pevçûnan 347 esnafî derbeyên xwe daxistin, bi sedan esnaf heta qirikê di nav deynan de ne. Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Êlihê Talat Kara diyar kir ku pakêtên aboriyê yên ji aliyê hikûmetê ve hatine daxuyandin ne çareserîne û ji bo ji nû ve pêşveçûyîna esnafan pêk bê, divê li pêvajoya çareseriyê bê vegerîn.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 20 / 26