Ekolojî

Li Somayê ji bo 169 RES'an zêdekirina kapasîteyê hat qebûlkirin

Li navçeya Soma ya Manîsayê, rapora ÇED'ê ya ji bo zêdekirina kapasîteya 169 Santralên Enerjiya Bayê hat amadekirin, hat qebûlkirin. Sekreterê Giştî yê Çîftçî Sen'ê Ali Bulent Erdem, balê kişand ser texrîbata ekolojîk ya dê RES bi xwe re bînin û wiha got: "Soma bi awayekî taybet we navenda hilberîna enerjiyê hat îlankirin. Lê niha tevî hemû xwezaya xwe tê tunekirin. Dê ev zêdekirina kapasîteyê xesarê zêdetir bike."

Nûçeyê bixwîne

Buhişta çûkan kirin dojeh

Li nêzî Buhişta Çûkan a Nallihanê santralên termikê hatin avakirin, buhişta çûkan kirin rojeh. Nifşê çûkên bi navê Salsola Grandis û sîsark êdî li ber tune bûnê ne.

Nûçeyê bixwîne

Walî berî ÇED'ê destûr da lêgerîna madenê

Walîtiya Manisaye destûr da ku Şîrketa Bazirganiya Pîşesaziyê ya Eczacibaşi ya taxa Asaralti ya Soma ku bi sondajê li madenê bigere. Şirket hewce be dê daran jî bibire û li madenê bigerin.

Nûçeyê bixwîne

Şîrketa Holanda ji projeya 3'emin balafirgeha Stenbolê vekişiya

Şirketa Hananda bi hinceta dê hevsengiya pergala ekolojiyê xera bike, xwe ji projeya 3'emîn balafirgeha Stenbolê vekişand.

Nûçeyê bixwîne

Qada çandiyê ya dawî jî tune dikin!

Cotkar, ekolojîst û endezyarên zîreatê ku li dijî îstîmlaqa Herêma Sanayiya Organîze ya Manîsayê ya ji bo 965 donim ereziya li taxa Emlakdereyê derdkevin diyar kir ku li herêmê ji ber îstimlaqên berê tenê 965 donim erezî hatiye hiştin û niha tê xwestin ku ev jî bê îstimlaqkirin lê ew ê desturê nedin.

Nûçeyê bixwîne

Li Tirkiyeyê hewaya herî qirêj li Êlihê ye

Li gor daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), di warê qirêjiya hewayê de Êlih, li Ewropayê di rêza 2'yemîn, li Tirkiyeyê jî di rêza 1'emîn de ye. Serokê Komeleya Dildarên Hawirdorê ya Êlihê Recep Kavuş, got sedema herî mezin a qirêjiyê, berbelaviya gazên petrolê ye.

Nûçeyê bixwîne

'Ji bo ekolojî, denmokrasî û aştiyê Na'

Hevberdevkê Partiya Yeşiller ve Sol Gelecek Naci Sonmez, têkildarî referandumê û xebatên xwe agahî da û diyar kir ku bersîva wan a li dijî guhertina Qanûnê "Na" ye.

Nûçeyê bixwîne

'Axa asît lê hatiye rijandin êdî çandinî nayê kirin'

Li Goredesê tangerên asîtê yên aîdî Holdînga Zorluyê qulipî û hemû asîta wê rijiya ser axê. Çend roj berê careke din li heman herêmê kamyoneke asîtê qelibî û asît tev rijiya ser axê. Endezyarê Kîmyayê Ertugrul Barka, diyar kir ku asît bandorek neyînî li ser hilberîna axê dike û got: “Di axa ku ev qas asît tê de hebe çandinî û hilberîn nayê kirin."

Nûçeyê bixwîne

Li Dibistana Xwezayê ya Seferîhîsarê tu cudakarî nayê kirin

Li Dibistana Xwezayî ya Seferîhîsarê ku Komeleya Xwezayê li Gundê Orhanli ya Seferîhîsarê vekiriye tu cudahiya ziman, bawerî, zayendî û nijadî nayê kirin û her tişt wekî hev e.

Nûçeyê bixwîne

Gola Wanê veguherandin gola heriyê

Ji ber tesîsa dawerivandinê ya li ser Gola Wanê hat çêkirinê baş naxebite, qadeke 20 kîlometrekare veguherî gola heriyê. Rayedaran got, heke tevdîr neyên girtin dê di demeke kurt de Gola Wanê bi felaketekê re rû bi rû bimîne.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 13 / 19