Jin

Hêzên taybet bi ser odeya jinan de girt

Li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê li şûna gardiyanan hêzên taybet bi ser qauşa jinên siyasî de girtin. Dayîka Ayten Beçet Fatma Beçet, diyar kir ku keça wê telefonî wê kiriye û gotiye hêzên taybet bi çek avêtin ser qauşa wan û li wan xistine.

Nûçeyê bixwîne

Hevparên TJA'yê ji 1'ê Adarê heta 8'ê Adarê di çalakiyan dene

Hevparên TJA yên Amedê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dê hefteyekî çalakiyan pêk bînin. Hevparên TJA dê di 8'ê Adarê de mîtînga mezin pêk bînin.

Nûçeyê bixwîne

Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Em biryara xistina parlamenteriya Yuksekdag nas nakin

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dîrayet Taşdemir diyar kir ku ew biryara xistina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag nas nakin û wiha axivî: "Parlamenteriya Yuksekdag rewabûna xwe ji tifaqên qesrê negirtiye û dê bi wî re jî winda neke."

Nûçeyê bixwîne

Ji TJA'yê li hemberî xistina parlamenteriya Yuksekdag nerazîbûn

TJA'yê daxuyand ku Yuksekdag îradeya bi milyonan kesan e û dê wisa bimîne, xistina parlamenteriyê li dijî jiyana azad, wekhev wekî êrîşekî dinirxinînin.

Nûçeyê bixwîne

Bîrdariya berxwedan û aştiyê: Feleknas Batûr

Dayîka Aştiyê Feleknaz Batûr a 77 salî ku du kur û bûka wê li çiyê jiyana xwe ji dest dane, 3 darbe, gelek zext dîtin û ji malbata 12 kesan niha ew tenê maye. Batûr ku jiyana xwe daye aştiyê wiha dibêje “Ez ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî aştiyê bi parêzim.”

Nûçeyê bixwîne

Uca: Êrîşên hikumetê ji tirsa referandûmê ye

Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca anî ziman ku jin dê bi rihê 8’ê Adar’ê xebatên referandûmê bimeşîne û wiha got: “Bi encamên anketên hilbijartinê re êrîşên hikumetê jî zêde dibe. Ev jî tirsa hikumetê ya têkçûnê nîşan dide. ”

Nûçeyê bixwîne

Strana wan a yekemîn 'Na' ye

Besteya yekemîn a koma muzîkî ya jinan ku di encama xebatên Atolyeya Muzîkê ya Praksîsê de hat avakirin, "Na" ye. Ji endamên komê Dilan Taşdemir, diyar kir ku îktîdar tim êrîşî jinan dike û ragihand ku ew ê ji îktîdareke wisa re nebêjin "Erê".

Nûçeyê bixwîne

Li Somayê her rojên jinan dojeh e

Li Somayê her çi qas di ser facîaya cinayeta kar a 301 karker jiyana xwe ji dest dan 3 sal derbas bûn jî, hîn jî êşa malbatan wek roja ewil e. Hevjînên kesên di madenê de jiyana xwe ji dest dan wiha gotin: "Yên çûn çûn, yên mayî jî êşa wan naqede."

Nûçeyê bixwîne

Jinan deklerasyona 8'ê Adarê aşkera kirin: Her der dê bibe qada berxwedanê

TJA; Meclîsêm Jinan ên, HDK, DBP û HDP'ê Deklerasyona 8'ê Adarê aşkera kirin. Jinan diyar kirin ku feraseta zilam a ku di 1857'an de li New Yorkê 129 jinên karker şewitand îro li Cizîr û Sûrê qatlîaman didomînin û ew ê her derê veguherînin qada berxwedan û 8'ê Adarê.

Nûçeyê bixwîne

Jinên manîsayî bi stranê starta kampanyayê dan

Jinên manîsayî, yên dê ji pergala serokatdewletiyê re bibêjin "Na", straneke Anatolyaya Navîn li gor kampanyayê li hev anîn û gotin, hişmendiyeke kolektîf ji yek hişmendiyê rasteqîntir e.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 33 / 51