Jîngeha Kedê

'Em her tim dixibitin lê xeyala me ya teqawidbûnê jî tuneye'

Li Îzmîrê komek karkerên ku xwe wekî "kedkarên çerm û pêlavan" bi nav dikin têkîldarî sektora pêlavkeriyê raporek amade kirin. Di Sîteya Pêlavkeran de ji 45 hezar karkeran nêzîkî 5 hezarê zarok in, tenê 3 hezar karker bi sîgorte ne.

Nûçeyê bixwîne

Beko: Tirkiye li gor şertên ILO'yê tevnagere

Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kani Beko, anî ziman ku her çi qas 3 sal di ser Komkujiya Somayê re derbas bûbûn jî, wan ev komkujî ji bîr nekiriye. Beko, dest nîşan kir ku di serdema îktîdara AK Partiyê de 18 hezar karker mirine û wiha got: "Tirkiye li gor krîterên Rêxistina Xebatê ya Navnetewî (ILO) tevnagere."

Nûçeyê bixwîne

Doza Komkujiya Somayê niha jî li benda dozgerê nû ye!

Di ser komkujiya madenê ya Somayê ya ku 301 madenvan jiyana xwe ji dest dan re, 3 sal derbas bûn, lê belê di doza ku hat vekirin de bi qasî serê derziyê jî pêşveçûyîn çênebûye. Piştî ku cihê dozgerê ku dihat payîn dê mutalaayê bide hat guhertin, niha doz li benda dozgerê nû ye ku mutalaayê bide. Nûnerê Komeleya Mafên Civakiyî Kamil Kartal, anî ziman ku doz tê dirêjkirin.

Nûçeyê bixwîne

Kedkarên tendirûstiyê: Têkoşîna me dê bidome

Kedkarên tendirûstiyê yên Edene û Mêrsînê diyarkirin ku hemşîre û dapîr xemgînin û wiha gotin: “Heta ev bêdadî û bêhiqûqî bi dawî bibe, heta em vegerin ser karê xwe dê têkoşîna me bidome.”

Nûçeyê bixwîne

Piştî ku bû nûnerê sendîkayê ji kar hat avêtin

Hakan Gurses ê ku 7 sal in li Fabrîkaya Tekstîla Goran a Bonyê ya li Çerkezkoyê ye dixebitî, piştî wek Nûnerê Cihê Kar a BATÎS'ê hat hilbijartin, ji kar hat derxistin. Gurses 16 rojin li ber fabrîkayê li ber xwe dide.

Nûçeyê bixwîne

Penaberan havînê li zeviyan zivistanê li navenda bajar dixebitînin

Penaberên ji Sûriyeyê koçî Antalyayê kirine havînê li qadên çandiniyê zivistanê jî li navenda bajar tên xebitandin pereyekî kêm digirin, zarokên ku dixebitin jî qet pere nagirin.

Nûçeyê bixwîne

Hemû bijîşkên bûn Serokê Odeya Tabîban a Amedê hatin îxrackirin

Hemû bijîşkên ku bûn Serokê Odeya Tabîban a Amedê tev bi KHK'ê hatin îxrackirin.

Nûçeyê bixwîne

Bazirganên şîr bi 50 qurişî dikirin bi 1.5 tl difiroşin

Jinên çêlekên şîr xwedî dikin, destnişan kirin ku ew lîtreya şîr bi 50 qurişî difiroşin bazirganên şîr, lê bazirgan jî lîtreyê bi 1,5 û 2 TL difroşin.

Nûçeyê bixwîne

'Fermo bila ew bên û bi vî pereyî debara xwe bikin'

Firoşkarê "paliza"yê Îsmaîl Demir, bang li rayedarên ku mizeya kêmtirîn diyar dikin kir û wiha got: "Heke karibin bi vî pereyî debara xwe bikin, fermo bila bên û debara xwe bikin."

Nûçeyê bixwîne

Muftuoglu yê hat îxrackirin: Em li dijî polîtîkayên tirsê serî netewînin

Akademîsyen û hîndekarê Zanîngeha Marmara Yrd. Doç. Dr. Ozgur Muftuoglu yê bi KHK'ê hat îxrackirin, diyar kir ku li zanîngeha fikra azad tune be zanîngeh nikarin li gorî rêgezên gerdûnî tev bigerin. Em akademisyen neçarin li dijî polîtikaya tirsê rawestin."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 12 / 30