Taşdemîr: Ev kongre dê bibe pêngavek
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê têkîldarî kongreya HDP'ê ya 20'ê Gulanê nirxandina "Kongreya ku di 20'ê Gulanê de bê lidarxistin dê bibe kongreya pêngavê" kir.
Nûçeyê bixwîneBerdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê têkîldarî kongreya HDP'ê ya 20'ê Gulanê nirxandina "Kongreya ku di 20'ê Gulanê de bê lidarxistin dê bibe kongreya pêngavê" kir.
Nûçeyê bixwîneEndamê Komîsyona Têkîliyên Derve yê KNK'ê Selahattîn Soro diyar kir ku felsefeya Rêberê PKK'ê Abdulalh Ocalan ji bo kurdan destkeftî aniye û wiha axivî: "Di parvekirina dewletan a Sûriyeyê de kurd dê nebin leşkerekî yekî yan jî qurbanekî yekî. Kurd di siyasetê de bi bandor in û ji ber vê yekê jî gelek encamên girîng bi dest dixin."
Nûçeyê bixwîneSerokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz KErestecîoglu diyar kir ku Tirkiye bûye girtîgehekî nêv vekirî, parlamenter Mîthat Sancar jî diyar kir ku pêkanîna "bigire berde, careke din bigire" lîstikekî qirêj a hevkariya daraz û îktidarê ye.
Nûçeyê bixwîneSelîn Sayek Boke ku ji berdevkiya CHP’ê îstîfa kir da zanîn ku helwesta CHP’ê ya ji bo destnedayînan şaş bû û wiha got: “Ev yek ji hincetên min ên îstifayê bû. Kolan ji bo lêgerîna mafan rewaye.”
Nûçeyê bixwîneSerokwekîla Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê Şenal Sarihan, anî ziman ku dê îktîdar bi daxwaza xwe OHAL'ê raneke, dê her biçe binpêkirinên mafan zêde bibin. Sarihan wiha got: "Tirkiye girtîgeheke fireh e."
Nûçeyê bixwîneProf. Dr. Beyza Ustun, gotinên Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ên "Tifaqa Civakiyî" nirxandin. Ustun, diyar kir ku Demirtaş behsa tifaqeke civakiyî ya di ser partiyan re ye kiriye û wiha got: "Em bi hev re, bi piştevaniyî dikarin vê bihûnin."
Nûçeyê bixwîneBerdevkê HDP'ê Osman Baydemîr ê li ber AYM'ê daxuyanî da wiha got: "Tam 188 roj in edalet tê binpêkirin. Tam 188 roj in mafê bijartin û hilbijartinê ya 6 milyor kesan tê xespkirin. Hê duh parlamenteriya Akdogan hate xistin. Hê duh îradeya gel hate xespkirin. Nebin şîrîkê sûc."
Nûçeyê bixwîneSerokê DYE’yê Trump, beriya ziyareta Erdogan biryara dê çekên giran bidin QSD’ê erê kir. Bêçareseriya di pirsgirêka kurd de gihişt qada navneteweyî, tê payîn ku dê di hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov a bi Trump re Rojava bê nîqaşkirin.
Nûçeyê bixwîneParlamenterê DEP'ê yê berê Sirri Sakik têkîldarî binçavkirin û girtinên parlamenterên HDP'ê û xistina parlamenteriya wan diyar kir ku bi bedela ku wan beriya 23 salan dane AKP niha heye lê îro heman polîtîka ji aliyê AKP'ê ve li ser kurdan tê ferzkirin. Sakik anî ziman ku bi van polîtîkayan pirsgirêka kurd nayê çareserkirin û got: "An em dê rêyekê bibînin an em dê rêyekê bibînin."
Nûçeyê bixwîneBerdevkê Koma HDP'ê Osman Baydemîr, di civina koma meclîsê de diyar kir ku kuştina 2 zarokên li Sîlopiyê ya ji aliyê polîsan ve cînayet e û wiha got: "Çima Erdogan ji bo 2 zarokên li Sîlopya hatin kuştin qiyametê ranake û hêsiran nabarîne. Heta niha 141 zarok kuştin. Vana biçin doktor doktor nikare nexweşiya wan teşhîs bike. Lê ez ji doktor re dibêjim nexweşiya wan kurdofobî ye."
Nûçeyê bixwîne