HDP pêşeroja Tirkiyeyê nîqaş dike
Piştî referandûmê, nîqaşên der barê pêvajoya siyasî yên Tirkiyeyê de gur dibin. Li gel vê yekê, Koma Meclîsê ya HDP'ê û Lijneya Navendî, dê li ser rewşa nû civîna du rojan pêk bîne.
Nûçeyê bixwînePiştî referandûmê, nîqaşên der barê pêvajoya siyasî yên Tirkiyeyê de gur dibin. Li gel vê yekê, Koma Meclîsê ya HDP'ê û Lijneya Navendî, dê li ser rewşa nû civîna du rojan pêk bîne.
Nûçeyê bixwîneHevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel ya ku li Girtîgeha Sîlîvriyeyê tê ragirtin, diyar kir ku wan di pîrozbahiyên 8'ê Adarê û Newrozê de coşa gel hîs kiriye û wiha got: "Xurtkirina hêviyê, pêkanî û peydekirina jiyaneke din di dest me de ye."
Nûçeyê bixwîneHDP’ê der barê biryara YSK’ê ya referandumê ya “Dê dengên bê mohr bên qebûlkirin” û binpêkirinên di vê demê de hatin jiyîn serî li AYM’ê da.
Nûçeyê bixwîneHevserokê PYD'ê Salih Muslim, diyar kir ku ew hem li hemberî DAÎŞ'ê û hem jî li hemberî Tirkiye şer dikin û wiha got: "Ji bo gefên Tirkiye li ser me bi dawî bibin divê Hêzên Koalîsyonê qada hewayî ya Rojava li fira balafiran qedexe bikin.
Nûçeyê bixwîneGotina Serokomar Erdogan a "dibe ku şevekê em ji nişka ve bên", êş û azarên erdnîgariya êşbar, bi bîra wê tîne. Di vê mijarê de 3 nexşeyên ku di dîrokên cuda de hatin amadekirin, wek delîl û belgeya kirinên kesên ku 'şevekê ji nişkave tên' dide der.
Nûçeyê bixwîneDi navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropa (YE) de berî referandumê krîz derketibû. Piştî referandumê Erdogan îşaret da ku dikare lêborînê bixwaze. Erdogan ê berî referandumê YE bi “Nazi” tawanbar kir niha sinyalê lêborînê dide û derdiyê xwe yi YE'ê vekir.
Nûçeyê bixwînePDK'ê piştî TSK'ê di 25'ê Nîsanê de êrîşî Şengal û Rojava kir, diyar kir ku ji ber "PKK li Şengalê ye" Tirkiyeyê êrîş kiriye. Siyasetmedara kurd Mulkiye Birtane PDK'ê hişyar kir û bi bîr xist ku, Seddam jî PDK'ê hincet nîşan dabû û bi vê hincetê êrîşî Helebçeyê kiribû û wiha got: "Ev êrîş bi feraseta "kurdê herî baş, kurdê mirî ye" hatiye kirin."
Nûçeyê bixwîneBerdevkê Fermî yê YPG'ê Rêdûr Xelîl, destnîşan kir ku mebest ji êrîşa TSK'ê ya li dijî Qereçoxê ew e ku, operasyona Reqayê asteng bikin û bi vî awayî piştevaniya DAIŞ'ê bikin û wiha got: "Em ji bo têkiliyên dostane jî amade ne û li dijî êrîşan em ji bo parastina xwe û gelê xwe jî amade ne."
Nûçeyê bixwîneHevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, dest nîşan kir ku tu hikmên referandûmê tune wiha got: "Dive "Na" li her derê bê belavkirin. Ji bo atmosfera di referandûmê de derket holê bêtir dewlemend bibe, HDK dê di hefteya ewil a Hazîranê de komcivînekê çêbike."
Nûçeyê bixwîneParlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Musa Çam, derbarê guhertinên qanûna ningehîn a referanduma 16’ê Nîsanê de serî li DMME’yê da.
Nûçeyê bixwîne