Polîtîka

‘Li dîwarê meclîsa Ulusê binerin dê Kurdistanê bibînin'

Berdevkê Koma HDP'ê Ayhan Bilgen, di civîna meclisê de axivî û têkildarî niqaşên "komkujî" û "Kurdistan" diyar kir ku bila zahmet bikin biçin li dîwarê avahiya Ulusê binerin û dê bibînin ku li meclîsa ku niha muze ye Kurdistan ve Laziztan heye.

Nûçeyê bixwîne

HDP: Na dê bibe destpêka xêrek nû

Berdekê HDP'ê Ayhan Bilgen, wekilên AK Partiyê yên bi tirsê pêşnûneyan erê dikin rexne kir û wiha got: "Yên ji tirsan van zagonan erê dikin tişta ku jê ditirsin dê bê serê wan. wekîlên AKP'ê yên berê dê ji bo "Na" dakevin qadan. Em bawer dikin ku "Na" dê bibe wesîleya xêrê."

Nûçeyê bixwîne

‘Ji sedî 80 alîgirên MHP’ê dê bêjin Na’

Nivîskarê Rojnameya Yenîçag û Endamên Zanîngeha Gaziyê Haydar Çakmak ku nêz MHP’ê ye diyar kir ku agahiya gel ji tiştên ku tên jiyîn tune ye lê ger qanûna bingehîn biçe referandumê dê ji sedî 80 alîgirên MHP’ê ji guhertinan re bêjin “Na”.

Nûçeyê bixwîne

Huqûqnasên navnetewî: Tecrîd polîtîk e, bi piştevaniyê dikare bê rakirin

Nûnerên asta bilind ên Yekîtiya Hiqûqnasên Cîhan û Ewropayê ku ji bo Konferansa Hiqûqê hatin Tirkiyeyê diyar kirin ku bi OHAL'ê re demokarsiya li Tirkiyeyê bi temamî ji holê hatiye rakirin, şert û mercên salên 80'î tên jiyîn. Hiqûqnasan anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan polîtîk e û bi bihevrebûn û piştevaniyê dikare ji holê bê rakirin.

Nûçeyê bixwîne

HDP dê ji bo "Na" bixebitin

Berdevkê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen, diyar kir ku ger wekî tûra yekemîn pêşniyarên guhertina xalên Qanûna Bingehîn bên erêkirin û biçin referandumê dê ji bo helwesta "na" xebatê bimeşînin. Bîlgen, da zanîn ku ji bo helwesta "Na" dê hemû cûreyên xebatê bimeşînin.

Nûçeyê bixwîne

DÎSK rêxistinkirina ‘Na’ pêş bixin

Sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu der barê hevdîtinên qanûna bingehîn ên li Meclîsê didomin, diyar kir ku ger paket ji meclîsê derbas bibe dê ji bo di referandumê de kedkar bêjin ‘Na’ xebatên rêxistinê bimeşînin.

Nûçeyê bixwîne

Îrmez: Ger pêşnîyar bibe qanûn dê rejîma zilmê ava bibe

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, têkildarî niqaşên xalên Qanuna Bîngehîn ên li meclîsê diyar kir ku ev daxwaz bê erêkirin dê pêşeroja hemû kesên li dervê AKP’ê wekî ya Şirnexê be û dibe ku mala her kesî bê xerakirin, bibin koçber. Komar dê hilweşe û li şûna wê dê rejîma zilmê bê avakirin.

Nûçeyê bixwîne

Emîne Osê: Ji civîna Astanayê dê encam dernekeve

Endama Desteya Navendî ya PYD'ê Emîne Osê destnîşan kir ku ji ber hemû aliyên Sûriyê beşdarî civîna Astana nabin dê tu encama ji civînê dernekeve.

Nûçeyê bixwîne

Hevseroka KCD'ê Guven: Kurd di sînorê serkeftinê dene

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, li ser Kongreya Neteweya kurd û yekîtiya kurd axivî û diyar kir ku kurd di sînorê serkeftinê dene û azadiya kurdan pir nêzîk e.

Nûçeyê bixwîne

Çîftyurek: Ger aqil yek be pirsgirêk namînin

Serokê Giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek bal kişand ser girîngiya Kongereya Netewî ya Kurd û diyar kir ku dem dema xwedî derketina her çar parçeyên Kurdistanê ye.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 52 / 77