Polîtîka

Şaban Îba: Pêdiviya Tirkiyeyê bi qanûneke li ser asasê xwerêveberiyê heye

Nivîskar Şaban Îba, têkildarî guhertinên Qanûna Bingehîn destnîşan kir ku dê guhertina bi vî şeklî pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê çareser neke û wiha got: "Pêdiviya Tirkiyeyê bi qanûneke bingehîn a xwe dispêre xwerêveberiyê û modela xweseriya demokratîk a herêmî heye."

Nûçeyê bixwîne

Guven: Em ê di referandûmê de bêjin 'NA'

Piştî pêşniyarên guhertina xalên Qanûna Bingehîn di meclîsê re derbas bû, dê biçe referandumê. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, anî ziman ku ev guhertin ji bo pêşeroja Tirkiye ne xêr e û li Tirkiye HDP, li Bajarên Kurdistanê ji KCD, DBP û TJA ji bo xêrê dê bêjin "NA".

Nûçeyê bixwîne

Serokomar Erdogan: Em dê idamê jî erê bikin

Serokomar Tayyip Erdogan, der barê guhertina qanûnan di meclîsê re hatin derbas kirin diyar kir ku ger meclîs erê bike û bê ber wî dê erê bike. Erdogan dîsa mijara darvekirinê jî anî rojevê û got: "Meclîs îdamê jî bîne ber min ez dê wê jî erê bikim."

Nûçeyê bixwîne

Koma Meclîsê ya HDP'ê ji bo referandumê civîya

Koma Meclîsê û Lijneya Navendî ya Rêveber a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mijara 'referandum' kom bûn.

Nûçeyê bixwîne

Erdogan rektor tayînî 12 zanîngehan kir

Serokomar Tayyip Erdogan rektor tayînî 12 zanîngehan kir.

Nûçeyê bixwîne

‘Heke em bibin yek em ê di dîzayna li Rojhilata Navîn roleke sereke bilîzin'

Serokê PAK'a Êlihê Aziz Ozdemir balê kişand ser yektiya netewî ya kurdan û wiha got: "Çawa ku PDK û YNK bûn yek û li Başûr pergala federatîfiyê ava kirin, heke li çarperçeyên Kurdistanê hemû kurd bibin yek, dê li Rojhilata Navîn destkeftiyên mezin bi dest bixin."

Nûçeyê bixwîne

Gever dibêje 'Na'

Gelê Geverê yê 3 parlementerên wan ên HDP'î, hevşaredar, Alîgirê Serokê Şaredariyê, 6 endamê meclîsê û bi dehan siyasetmedarên wan hatine girtin û qeyûm tayînî şaredariya wan hatiye kirin, heke referandûm pêk bê dê zêdeyî ji sedî 93'ê bibêje "Na".

Nûçeyê bixwîne

Kiliçdaroglu: Dê gelê me vê jiyanê sererast bike

Piştî dengdana qanûna bingehîn li Meclîsê bi dawî Lijneya Giştî ya CHP’ê kom bû û Kiliçdaroglu di kombûnê de axivî û wiha got: “Parlamentoyê îxanet li dîroka xwekir; dê gelê me vê jiyanê sererast bike.”

Nûçeyê bixwîne

Şafak Pavey: Ev ne wekîl, haydût e

Parlamentera CHP'ê Şafak Pavey ku rastî êrîşa Parlamentera AK Partiyê Gokçen Ozdogan Enç hat û rakirin nexweşaneyê, diyar kir ku parlamentera AK'ê bi nifrînek mezin êrîşî kesên li dijî fikra xwe kir û tundiya fîzîkî bikar anî. Pavey, anî ziman ku di ferhenga navneteweyî de ji vêya re nabêjin parlamenter dibêjin haydût.

Nûçeyê bixwîne

Buldan: Ev dîmen tu caran li jineke nayê

Wekîla Serokê Meclîsê ya HDP'î Pervîn Buldan a bi pehîna li singê wê ket rakirin nexweşxaneyê wiha got: "Parlamentera Antalyayê Gokçen Enç bi awayekî bê şiûr şîdet bi kar anî û pehn avêt kesên ku derket pêşiya wê, por kişand, ev dîmen tu caran li parlamentereke jin nayê."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 50 / 77