Aborî

Ji ber qutbûyîna ceryanê esnaf êdî nikarin tu karî bikin

Esnafên Taxa Xaçortê ya Rêya Armûşê, ji ber qutbûna ceryanê êdî nikarin tu karî bikin.

Nûçeyê bixwîne

Turîzma Tirkiye ji sedî 50 daket

Li Tirkiye ji ber rageşî û polîtîkayên hikûmetê yên hundir û derve turîzm ji sedî 50 daket. Herî zêde li Antalya turîst kêm bûn û sala 2016'an li gorî sala 2015'an ji sedî 47 daket.

Nûçeyê bixwîne

'Zîrweya Aboriyê' di Serokatiya Erdogan de kom dibe

Li Tirkiye piştî qeyrana aborî roj bi roj kûr û mezin dibe û tedbîrên parastina aboriyê têr nakin, Serokomar Tayyip Erdogan biryar da ku beşdarî “Zîrweya Aboriyê" bibe.

Nûçeyê bixwîne

Profesorê aboriyê Konukman: Butçeyê ji berika kedkaran derdixin

Wezîrê Maliyê Naci Agbal, diyar kir ku lêçûna butçeya 2016'an bi 29,7 milyar TL ji hatinê zêdetir bû û zerar kirine. Têkildarî deyn û butçeya Tirkiye de Prof. Dr. Aziz Konukman diyar kir ku her çend bacê efo bike jî hemû deyn û baca Tirkiye li ser pişta karker û kedkaran e û butçeyê ji bêrîka kedkaran derdixin.

Nûçeyê bixwîne

Rençber dikin bazirgan dixwin

Rençberên ku serayên wan ji felaketa lehiyê zerar dîtin, bi derfetên xwe birhînen xwe diçebirînin. Rençberan diyar kirin ku şîrket û bazirganên mezin li derdora wan çirê didin xwe û li firsendê digerin. Rençberan anîn ziman ku buhabûna fekî team zêde bandor li ser wan nekiriye û fîrmayên mezin li firsendê digerin.

Nûçeyê bixwîne

Zirara lehiya li Mêrsînê: 217 milyon e

Hat diyarkirin ku zirara lehiya ku beriya çend rojan li Mêrsînê hat jiyî 217 milyon TL ye.

Nûçeyê bixwîne

Serokê Lijneya Pîşesaziyê: PDK petrol û gazê dixe xizmeta Tirkiyeyê

Serokê Lijneya Pîşesazî û Enerjiyê ya Meclisa Bajarê Silêmaniyê Xalib Mihemed, têkildarî lijneya aborî ya di nabera Herêma Federal a Kurdistanê û Tirkiye de diyar kir ku Tirkiye li ser wan bûye bar û PDK petrol û gazê dixe xizmeta Tirkiyeyê.

Nûçeyê bixwîne

Bankeya Navendî lîmîta wergirtina deynê derve daxist

Bankeya Navendî, di Piyaseya Pereyan de lîmîta wergirtina deynan a bankeyan daxist 11 milyarî.

Nûçeyê bixwîne

Dolar duh daket îro rabû

Dolar li ser mudaxaleya Banka Navendî û daxuyaniya Erdogan li hemberî TL daket û gihişt asta 3.75 tl. Dolar îro serê sibê dîsa bi 3.80 tl dest bi rojê kir.

Nûçeyê bixwîne

Lez û beza Qanûna Bingehîn ji ber krîza aborî ye

Serokomar Erdogan di 12'ê Çile de li Qesrê got "Di navbera kesên di dest wî de çek heye û kesê di dest wî de dovîz heye tu ferq tune ye" û bi vê gotinê pênaseyeke nû ya "endamtiya rêxistinê" kir. Beramberî van gotinan Aborînas Erol Katircioglû jî balê kişand ser krîza aborî ay her diçe kûr dibe û wiha got: "Jêderkbûyîna lez û beza wan a anîna serokatiyê ji ber vê ye. Çimkî tekane hêviya wan sermayeya ereba ye."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 17 / 26